Li Dêrazorê qetilkirina du jinan hat şermezarkirin

Jinên Dêrazorê bi daxuyaniyeke hevbeş qetilkirina du jinan a li bajarokê Siwerê şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku cezayên giran bidin qatilan.

Li Dêrazorê qetilkirina du jinan hat şermezarkirin
Li Dêrazorê qetilkirina du jinan hat şermezarkirin
Li Dêrazorê qetilkirina du jinan hat şermezarkirin
19 kanûn, 2022   13:09
DÊRAZOR

Roja Şemiyê (17 Kanûnê) cenazeyê jinên bi navê Ezhar Nebîn  û Necla Ebdulhekîm li bajarokê Siwerê yê gundewarê bakur ê Dêrazorê hatin dîtin.

Jinên Dêrazorê, di nav de endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên meclis û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyeke hevbeş qetilkirina her du jinan şermezar kir.

Daxuyaniya li ber avahiya meclisa herêma rojava ya bajarokê Kisra ji aliyê Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Tehanî El Ewad ve hat xwendin.

Daxuyaniya li ber navenda meclisa rojhilat ji aliyê endama Komîteya Jinan a Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Eyşe El Mudhî ve hat xwendin. Heman demê li herêma Seba Kîlo ya gundewarê rojava yê Dêrazorê hevseroka Meclisa Qanûsaz a Dêrazorê Duha El Salih li ber avahiya Komîteya Jinan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina her du jinan hat şermezarkirin. Her wiha jinan bang kirin ku cezayê giran li kujeran were birîn.

Jinan soz dan ku ew ê bi xurtkirina têkoşîn û berxwedanê ya li hemberî siyasetên qirkirinê, azadiya jinan û siyasetên li hemberî destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tolê ji sûcdaran hilînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cmj-gs4Uz04" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>