Li Efganistanê teqîn: 14 kes hatin kuştin

Li wîlayeta Bexlan a bakurê paytexta Efganistan Kabûlê di tunelekê de teqîn çêbû, di encamê de 14 kes hatin kuştin, 24 kes jî birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn: 14 kes hatin kuştin
18 kanûn, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berdevkê wîlayeta Berwan Seîd Hemetallah Şemîm, teqîn ji ber tankera sotemeniyê di tunela Salang a li bakurê Kabûlê ku bakur û başûrê welêt bi hev ve girê dide, pêk hatiye.

Hat ragihandin ku di nava kuştiyan de jin û zarok jî hene.

Şemîm diyar kir ku hin kesên ji teqînê filitîne hîna di bin kavilan de ne û dibe ku bîlançoya qurbaniyan girantir bibe.

Li gorî rayedarê xwecihî Dr. Ebdullah Efan, heta niha Wezareta Tenduristiyê 14 kuştî û 24 birîndaran wergirtine.