​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Firatê tecrîd şermezar kir

Şêniyên herêma Firatê û Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê tecîrda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Firatê tecrîd şermezar kir
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Firatê tecrîd şermezar kir
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Firatê tecrîd şermezar kir
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Firatê tecrîd şermezar kir
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Firatê tecrîd şermezar kir
18 kanûn, 2022   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêma Firatê bi armanca şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandaneke girseyî bi diruşma "Bi ruhê ciwantî em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin" li dar xist.

KOBANÊ

Xwepêşandana ku bi hezaran şêniyên Firatê beşdar bûn, ji Qada Jina Azad a li Kobanê ber bi Kolana Şehîd Sarya Ozgur ku bi Kolana 48′an tê nasîn ve dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan û diruşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" hildan.

Li Kolana Şehîd Sarya Ozgur xwepêşandan veguherî mîtîngê, li wir endama rêveber a Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û ev tişt got: "Tecrîda li dijî rêberê me girantir dikin, rewşa wî ya tenduristî nayê zanîn û ev yek metirsî ye. Ji lew re em bang li her kesî dikin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku rewşa rêbertî bizanin."

Xwepêşandan bi diruşmên “Bijî berxwedana rêber Ocalan”, "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedana jiyan e" bi dawî bû.

MINBIC

Her wiha Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir. Endama komîteyê bijîşk Henadî El Mewas bi beşdariya endamên komîteyê û bijîşkên nexweşxaneyên taybet ên bajêr daxuyanî li pêş Nexweşxaneya Firatê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"24 sal der bas bûn û hîna hikumeta AKP′ê bi israr e ku hemû mîsaq û peymanên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan bin pê bike, bi ferzkirina tecrîda dermirovî li dijî rêber fikrê demokrat û azad rêber Abdullah Ocalan, sûcê xwe yê li dijî nêrîna azad û fikrê ronak dewam dike.

Rêber Ocalan di girtîgehê de azaran ji ber gelek nexweşiyan dikişîne ku bi tecrîdê re zêde dibin.

Dîlgirtina rêber Ocalan bi biryareke siyasî binpêkirina hemû qanûnan e. Rewşa wî ya tenduristiyê di girtîgehê de ne zelal e û ji ber şert û mercên dîlgirtinê û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran metirsî li ser rewşa wî heye.

NY′yê û rêxistinên mafên mirovan berpirsê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan in û em bang li desteyên mafên mirovan ên li cîhanê, CPT′ê û hemû azadîxwazên li cîhanê dikin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku rewşa rêbertî ya tenduristiyê eşkere bike, bihêle parêzer, malbat, kadroyên tibî û dezgehên çapemeniyê yên cîhanê rewşa rêbertî bişopînin."

Daxuyanî bi diruşmên "Bijî rêber Ocalan" bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S2DeMVuL8iY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>