​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2022`YAN
17 kanûn, 2022   23:00

Komên Orkêstra Rojava ya Zarokan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo belgefîlmekê pêşand didin saet di 14:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Kobanê ya herêma Firatê li dijî tecrîdê dimeşin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyaniyek dide û bang li aliyên têkildar dike ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Tebqayê diyar kirin ku belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û birêxistinbûna li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî çareseriya herî guncaw ji bo pûçkirina planên dewleta Tirk ên dijberî herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevalên şehîd Rizgar Adanmiş soza şopandina rêya şehîdên çapemeniya azad û bilindkirina têkoşînê didin û dibêjin "Şehîd Rizgar her tim digot me dîroka xwe bi çavê dagirkeran dixwend, divê her rojnamevanek di nîvisandina dîrokê de cih bigire." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî da zanîn ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan "tedbîreke derqanûnî û dermirovî ye" û sedemên wê siyasî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Herêma Rojhilata Navîn ku dergûşa şaristaniya mirovan, çavkaniya zanist, raman û felsefeyê bû, bûye navenda hemû pirsgirêk û nakokiyên cîhanê. Helebet çanda netewe-dewlet a ku li herêmê avabûye, roleke sereke di vê pirsgirêkê de list û hişt ku ev herêm bibe qada aloziyan.

CÎHAN

Li gel paşdeçûna aborî ya li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, li Derayê pêleke îstîfaya komî, li aliyekî din çavdêran metirsiyên xwe têkildarî tevliheviyeke mezin li Lubnanê li gel berdewamkirina rewşa aborî, civakî û siyasî ya dijwar anîn ziman.

ANHA