​​​​​​​Li Zahîdanê xwepêşandanê dest pê kir

Weke her Îneyên borî vê Îneyê jî Sunneyên bajarê Zahîdanê piştî nimêja Îranê daketin kolanan û li djî Besic dirûşme avêtin.

​​​​​​​Li Zahîdanê xwepêşandanê dest pê kir
16 kanûn, 2022   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 16’ê Îlonê ve xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî dewleta Îranê berdewam dikin.

Weke her Îneyên borî vê Îneyê jî Sunneyên bajarê Zahîdanê piştî nimêja Îranê daketin kolanan û li djî Besic dirûşme avêtin.

Li gorî daneyên Ajansa Herana heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de herî kêm 490 kes hatine kuştin. 18 hezar û 426 kes hatin girtin û neheta niha nasnameya 3 hezar û 822 kesan eşkere bûye.

Her wiha li 144 zanîngên Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 638 xwendevan hatine girtin.