Yekitiya Bijîşkên Diranan konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Bijîşkên Diranan a Kantona Hesekê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Yekitiya Bijîşkên Diranan konferansa xwe li dar xist
16 kanûn, 2022   20:25
HESEKÊ

Bi dirûşma "Em ê bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hêviyê xurt bikin" Yekitiya Bijîşkên Diranan a Kantona Hesekê konferansa xwe ya duyemîn li hola TEV-DEMʹê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.

Bi dehan bijîşkên diranan ên ji bajarê Hesekê, navçeyên Şedadê; Hol, Zirgan, Til Temir, Hesekê û Dirbêsiyê û Serêkaniyê û nûnerên TEV-DEMʹê beşdarî konferansê bûn.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Rojhat Mihemed lidarxistina konferansê pîroz kir û got: " Divê her ferdek xwe bi rêxistin bike, karê xwe pêş bixîne û hevgirtinê were xurtkirin."

Hevserokê Yekitiya Bijîşkên Diranan ê Kantona Hesekê Şehbaz Sebrî rapora xebatên 4 salan ên yekitiyê xwend. Rêziknameya yekitiyê jî ji aliyê endama komîteya amadekar a yekitiyê Rûbarîn Hesen ve hat xwendin.

Piştre bijîşk Ramenda Îsa û Memo Xelîl wekî hevserokên nû yên yekitiyê hatin hilbijartin.

Konferansa bi van birayran bi dawî bû:

-Asta xebata bijîşkatiya diranan were pêşxistin.

-Rê li ber binpêkirinan were girtin.

-Bijîşk dikare di kilînekek taybet tenê de kar bike.

-Meclisa rêveber bi koordîneya desteyên taybet xizmetê ji bo gundewarên kantonê diyar bike.

ANHA