​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl gefên bombebarankirina balafirgeha Beyrûtê dixwe

Aliyên siyasî yên Til Evînê eşkere kir ku Îsraîlê gefa bombebarankirina balafirxaneya Beyrûtê xwar ku qaçaxçîtiya çekên Îranê lê çêdibe. Aloziya Lîbyayê derbasî qonaxeke nû bû û parçebûna saziyên Lîbyayê dest pê kir derbasî desthilata dozgeriyê dibin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl gefên bombebarankirina balafirgeha Beyrûtê dixwe
10 kanûn, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa gefên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê, rewşa Lîbyayê û valahiya serokatiya Lubnanê kir.

ÎSRAÎLÊ GEFÊN BOMBEBARANKIRINA BALAFIRGEHA BEYRÛTÊ XWARIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El Ewest ev tişt nivîsî: "Aliyên siyasî yên li Til Avîvê eşkere kir ku ger balafirgeha Beyrûtê ji bo qaçaxçitiya çekên Îranê hat bikaranîn mîna li Sûriyê kiriye û Îsraîlê gef li hikumeta Lubnanê xwar ku ew ê balafirgehê bombebaran bike.

Çavkaniyên Îsraîlê da zanîn ku agahiyên wê li ser tiştên kanala Al Erebiye belav kiriye heye ku Îran wê şantaj dike û hewlên bikaranîna qaçaxçitiyê bi rêya Beyrûtê dike, ew jî piştî bi rêya Şamê bi bin ket. Çavkaniyan diyar kir ku Îsraîl bi rêya gerên sivîl li balafirgeha Beyrûtê hewla Tehranê ya qaçaxçitiya çekan lêpirsîn dike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku derbeyên hewayî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê di çend salên borî de piranî kiryarên qaçaxçitiya çekên Îranê ji milîsên çekdar ên li Sûriyê û Hizbullaha Lubnanê re têk birin û gelek avahî û cihên Îranê yên li Sûriyê wêran kirin."

DADGEHA DESTÛRÊ NAKOKIYEKE DIN LI LÎBYAYÊ ÇÊDIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Krîza Lîbyayê derbasî qonaxeke zehmet a din bû. Her wiha saziyên Lîbyayê, siyasî, aborî û ewlehî parçe bûn. Di navbera parlamenteran û dadgeha bilind a Lîbyayê de li ser dadgeha destûrê nakokî çêbûn. Serokê Meclisa Nûneran Eqîle Salih bi dadgeha li Binxazî ve girêdayî ye û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşrî vê biryarê red dike.

Mijar li gel nakokiya di hundirê Meclisa Nûneran û nerazîbûnên dadgeriyê de nesekinî lê belê diyar e ku ger tu qanûnên nû derkevin dê bandora xwe li er xebata siyasî bi giştî bike. Xalid El Muşrî piştî biryara avakirina qanûna dadgeha destûrê hat dayîn, ragihand ku têkiliya di navbera serokên Meclisa Dewletên û Nûneran de û xebatên komîteya hevbeş hatin taloqkirin.”

‘VALAHIYA DESTÛRÎ NAHÊLE REWŞA LUBNANÊ BAŞ BIBE’

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Li Lubnanê parçebûna dijwar a di helwesta hevrikan û hevalbendên siyasî de dewam dike. Ev yek tevliheviyê zêdetir dike û hilbijartina serokkomarekî nû asteng dike an jî diyarkirina xeta wê ya dawî zehmet dike. Xêrxwazên navneteweyî li benda temamkirina reformên pêwîst in da ku ji alîkariyên diravî xilas bibin.

Ji Îlona borî ve parlamento 9 caran di hilbijartina serokekî nû li şûna Mîşel Ewn de bi bi ket ku wezîfeya wî di dawiya Cotmehê de bi dawî bû. Herî dawî di civîna roja pêncşema borî de ku dîsa serok nehat hilbiartin. Pêşbinî hene ku valabûna cihê serokatiyê çend mehên din dewam bike.

Ji ber tunebûna serokê welat, li gel hebûna hikumeteke demkî bi serokatiya Necîb Mîqatê û parlamentoyeke parçebûyî, Lubnan di nava aloziya rêveberiyê de ye ku mîna wê çênebûye. Tu alî nîne ku hêza xwe ji bo serokekî di hilbijartinên azad de mîna ku di destûrê de hatiye diyarkirin, ferz bike."

Di beşekî din a nivîsê de tê gotin "Hemwextî valahiya cihê serokatî hikumeteke demkî heye ku nikare biryarên pêwîst bide, nemaze ku ji sala 2019ʹan ve hilweşîneke aborî li Lubnanê heye. IMF ev hilweşîn wekî ya herî xirab di cîhanê de ji sala 1850ʹî ve wesif dike.

Ji biryarên girîng ku divê werin pêkanîn, pêkanîna nexşeya reforomê ye ku Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Xêrwazên Rojavayî daxwazê wê dikin da ku wekî alîkariyên diravî pêşkêşî Lubnanê bikin ji bo ku wê ji krîzan derxîne.

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) di 7ʹê Nîsana borî de, ragihand ku desthilata Lubnanê û tîma fonê, der barê siyasetên aborî de li ser asta karmendan gihiştin lihevkirinekê.

Fona Pereyan a Lubnanê banga temakirina reforman dike da ku bighêjin lihevkirineke dawî, lê hilnebijartina serok û neavakirina hikumeke nû li pêşiya reformê dibin asteng."