Rûsya du bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kontrolkirina bajarokên Zarubinka û Guptovkayê yên herêma Xarkîvê ya Ukraynayê ragihand.

Rûsya du bajarokên Ukraynayê kontrol kirin
10 îlon, 2026   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarokên Zarubinka û Guptovka yên herêma Xarkîvê ya Ukraynayê kontrol kirine.

Wezaretê da zanîn ku hêzên wê di 24 saetên borî de wesayîtek zirxî ya Humvee îmha kir. Her wiha ragihand ku hewldanên hêzên Ukraynayê yên ji bo şikandina dorpêça li herêma Xarkîvê û hedefgirtina çeperên ku ji hêla hêzên dorpêçkirî ve li nêzî bajarokên Malaya Voltsya û Buzovo hatine girtin, têk çûne.

 Wezaretê destnîşan kir ku pergalên wê yên parastina hewayî 6 bombeyên hewayî yên rêberkirî, 7 mûşekên HIMARS û mûşekek Neptûn xistin xwarê û hezar  û 30 dronên baskên sabît jî rûxandin.

(bb)