Li Rojhilat û Îranê serhildan didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Li piraniya bajaran duh jî gel daket kolanan û çalakiyên xwe domandin.

Li Rojhilat û Îranê serhildan didome
10 kanûn, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike. Piştî darvekirina xwepêşandêr li her derê daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Duh li gundê Zêwke yê bajarê Pîranşarê, merasîma çilrojiya xwepêşandêrekî bi tevlêbûna malbat û şêniyên gund çêbû. Li bajarê Dereşar ya Îlamê jî duh bi şev welatiyan agir berda wêneyên rayedarên Îranê.

Li bajarê Îranê Zahîdan jî bi sedan kes daketin kolanan û li dijî desthilata Îranê meşiyan.

Li bajarên Çebehar, Xaş, Zehek, Îranşar ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî ya ji aliyê Îranê, hem li nav Îran hem jî dervey Îranê bû sedema nerazîbûnan. Li Kirmaşan meşek bêdeng hat lidarxistin, lê hêzên Îranê êrişî xelkê kir û gelek kes birîndar bûn.

Li gelek herêmên Tahranê jî bi pêxistina muman û çalakiyên cûda, welatiyan nerazîbûna xwe ya li dijî darvekirina Muhsîn anîn ziman.

Li Rojhilatê Kurdistanê dayika hunermend Saman Yasîn ku hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir da ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê.

Dayika Saman got: “Li tu cihekî dinyayê tiştek wiha nehatiye dîtin, kesek li agirek di tenekêde, cezayê darvekirinê lê were birîn. Bang li her kesê dikim ji bo parastina canê kurê min her tiştî bikin.”

Duh jî li bajarê Dehgulan ê Rojhilatê Kurdistanê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, piştî hate destgîrkirin, bi îşkenceyê hate kuştin.