‘Komên çekdar ên Iraqê, şaneyên veşartî ava dikin’

Malpera Brîtanî ragihand ku komên çekdar ên li Iraqê ji bo parastina hêzên xwe yên leşkerî, şaneyên veşartî ava dikin.

‘Komên çekdar ên Iraqê, şaneyên veşartî ava dikin’
11 îlon, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Amwaj Media ku malperek Brîtanyayê ye, eşkere kir ku komên çekdar ên Iraqê beşek ji çekdarên xwe di çarçoveya şaneyên biçûk de ji nû ve bi rêxistin dikin ku dîtin û eşkerebûna wan pir zehmete.

Hate diyarkirin ku komên çekdar ji bo parastina hêza leşker û çekên xwe ku di egera hevkarîkirina wan bi hikûmeta Bexdayê re li ser proseya bêçekkirinê qut bibe jî, şaneyên veşartî ava dikin.

Li gorî rapora malperê, ev gava taktîka nû wek tedbîreke xweparastinê ya komên çekdar ji bo rê li ber windakirina binesazî û hêza xwe ya leşkerî bigirin, hatiye avêtin.

Hat destnîşankirin ku dabeşkirina çekdaran li ser şaneyên biçûk û serbixwe, çavdêrîkirin û şopandina wan ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve pir zehmet dike. Her wiha hate diyarkirin ku bi vê rêyê, kom dikarin hêza xwe ya manevrayên leşkerî bi veşêrin, di heman demê de ku di asta fermî de her çiqas li gel hikûmeta Iraqê xwe wekî hevkar nîşan bidin jî, komên çekdar jî di proseya bêçekkirin an ji nû ve birêxistinkirina çekan de cih digirin.