′Em ê bi ruhê biratiya gelan li hember tevahî êrişan bisekinin′

Welatiyên Qamişlo helwesta xwe li hember êriş û sûcên dewleta Tirk anîn ziman û got:" Em ê bi fedekariya şehîdan destkeftiyan biparêzin û heta nefesa dawî bi hevgirtina xwe tê bikoşin."

′Em ê bi ruhê biratiya gelan li hember tevahî êrişan bisekinin′
1 kanûn, 2022   01:48
QAMIŞLO _ SILVA EBDUREHMEN

Hemwextî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê dewleta Tirk a dagirker sûcên qirkirinê li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Ji şeva Şemiyê ′19'ê mijdarê′  ve dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî herêmê pêk tîne, di êrişan de avahiyên binesazî weke stasyonên kehrebe, av û baregehên petrolê dike hede û di encama wan êrişan de sivîl şehîd bûne û bi dehan birîndar bûn.

Şeze Xerîbe ya ji pêkhateya Suryan diyar kir ku ew ê li hember êrişên li dijî jinan û herêmê bisekinin û got: " Heke ku em gavekî pêş ve davêjin, em rastî êrişên hovane tên. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, lê belê em dev ji têkoşîna xwe bernadin û îsrara me ya berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan zêdetir bûye."

′EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN′

Fatme El Casim destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk hemwextî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê pêk hatin û wiha domand: "Hemwextî vê êrişê dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin. Dagirker her rojeke girîng bi kar tîne û tê de Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire."

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25′ê Mijdarê bi çalakiyên cuda ên şermezarkirina tevahî şêweyên tundiyê pêşwaz kirin, her wiha li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandên bi diruşma "Li dijî tevahî cureyên dewlet û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî" li dar xistin û gotin ev êriş şêweyekî ji şêweyên tundiya li dijî herêmê ne.

Fatme teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker nekare vîna wan bişikîne û wiha pê de çû: "Bi zendên zarok û bi ruhê biratiya gelan û projeya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan em ê dagirkeriyê têk bibin. Em ê heta nefesa dawî bi hevgirtina xwe tê bikoşin, destekê bidin QSD′ê û tevahî hêzên xwe yên leşkerî."

Fatme bal kişand ser rola jinê di rêvbirina civakê de û ev tişt anî ziman: "Jin ne tenê nîvê civakê ye, lê belê tevahî civak e . Dewleta Tirk îro destkeftiyên ku bi saya jinê hatine bidestxistin, hedef digire".

′DEWLETA TIRK ZIHNIYETA ÇEWSÎNER JI OSMANIYAN WERGIRTIYE′

Girêdayî mijarê Henîfe Mihemed bal kişand ser zihniyeta dewleta Tirk û got: "Dewleta Tirk a dagirker komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinandin. Her wiha êrişên hovane li dijî gerîla jî dewam dike."

Henîfe Mihemed anî ziman ku heke ne ji gerîla bûya, Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar nedibû û Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev serkeftin bidest nedixist.

Henîfe Mihemed behsa hedefgirtinên ku li dijî jinên pêşeng ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, mîna şehîd Hevrîn Xelef, Zeyneb Mihemed, Yadê Eqîde, Zehre Berkel, Jiyan Tolhildan, Hind û Sede axivî û got: "Di şexsê van şehîdan de xwestin civaka me bi giştî hedef bigirin."

Henîfe Mihemed di dawiyê de soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û wiha got: "Em dev ji rêya wan bernadin û dê destkeftiyên bi saya wan pêk hatine biparêzin û hewl bidin hemû jinan rizgar bikin."

(dm)

ANHA