​​​​​​​Muxalîfê sûriyeyî: Êrişên nû yên Tirkiyê pêkanîna bendên civîna Astanayê ye

Muxalîfê ji Sûriyê Semîr Ezam diyar kir ku hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di çarçoveya biryarên civîna Astanayê ku Rêveberiya Xweser teslîmî hikumeta Şamê bibe de pêk tên.

​​​​​​​Muxalîfê sûriyeyî: Êrişên nû yên Tirkiyê pêkanîna bendên civîna Astanayê ye
1 kanûn, 2022   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19'ê Mijdarê de nexweşxane, navendên tenduristiyê, dibistan, depoyên genim û kargehên petrol û gazê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Muxalifê sûriyeyî Semîr Ezam têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di encama lihevkirinên civîna Rûsya, Îran û Tirkiye ku wekî “civînên Astanayê” tên binavkirin ya li Tehranê çêbibû de pêk hatine.

Semîr Ezam diyar kir ku bi van êrişan dixwazin zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser bikin.

Ezam destnîşan kir ku bi bombebarankirina saziyên sivîl û aborî hewl didin Rêveberiya Xweser felc bikin, li gel felckirin nikaribe xizmeta bi milyonan sûriyeyiyên li herêmê bike û herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar kirine radestî hikumeta Şamê bike.

Hemwextî salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, aliyên Astanayê (Îran, Tirkiye, Rûsya) di 19'ê Tîrmeha borî de li Tehranê civiyabûn. Piştî civînê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dîsa li hev civiyan. Piştî her du civînan, dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Semîr Ezam destnîşan kir ku Rûsya aliyekî şerê hundirîn ê Sûriyê ye û tu wextî nebûye garantor û destnîşan kir ku ew Tirkiyê teşwîqî êrişan dike û desteka siyasî dide wê ku ev yek di encamnameya civîna Astanayê ya beriya çend rojan de diyar bû.

Ezam tekez kir ku civînên Astanayê ku di Çileya 2017'an de dest pê kir, li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ji ber ku Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk-pirreng e û dewletên navendî û zordest red dike.

Ezam îşaret pê kir ku hikumeta Şamê nikare bandorê li biryarên Rûsya û Îranê yên di civîna Astanayê de bike û dema ku destwerdana Îran û Rûsyayê xwestiye ji serdestiya Sûriyê tawîz da.

Semîr Ezam destnîşan kir ku heke êrişeke bejahî ya dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser çêbe, dê bandorên bitahlûke û koçberiya komî bi xwe re bîne, hewldanên çareserkiriya aloziya Sûriyê lawaz bike û tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxe ku dê ev yek ji bo zindîkirina “xîlafeta DAIŞ`ê” bibe firsend.

(hs/cx)

ANHA