​​​​​​​Dewleta Tirk navçeya Zirgan, gundewarê Girê Spî, gundên Til Temir û Eyn Îsayê topbaran dike-Hat Nûkirin

Dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirgan, gundewarê Girê Spî, gundên Til Temir û Eyn Îsayê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk navçeya Zirgan, gundewarê Girê Spî, gundên Til Temir û Eyn Îsayê topbaran dike-Hat Nûkirin
30 mijdar, 2022   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirgan a kantona Hesekê, gundê Rebîat ê navçeyê, gundên Um El Xêr, Gûzeliyê û Til El Leben ên başûr rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran dike.

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku li dijî gundên Erîda, Bîr Zinar, Xirbet Baqir, Kor Hesen û Sewan ên rojavayê Girê Spî, gundên Hoşan, Seyda, Mieleq û rêya M4 ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran heye. 

Hemwextî wê tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê heye.

ANHA