​​​​​​​Lêkolînerekî hişyarî da: Tirkiye avakirina dewleteke DAIŞ û El Qaîdeyê plan dike

Lêkolînerekî kar û barên komên îslamî yên tundraw, ji ber planên dewleta Tirk ên ji bo avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê, hişyarî da cîhanê û got ev yek bi plan e ku herêmê veguherîne "dewletoka cîhadîstan" û tê de çeteyên DAIŞ′ê û rêxistina El Qaîdeyê bi cih bike.

​​​​​​​Lêkolînerekî hişyarî da: Tirkiye avakirina dewleteke DAIŞ û El Qaîdeyê plan dike
1 kanûn, 2022   04:33
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

Lêkolîner û nivîskarê kar û barên komên îslamî yên tundraw Hîşam El Necar têkildarî mijarê ji ajansa me (ANHA) re axivî. El Necar diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê de çeteyên DAIŞ′ê û malbatên wan hene asta girêdana dewleta Tirk bi terorê re teqez dike. Ji ber dewleta Tirk hewl didin bi rêya wan ajandeyên xwe li herêmê bi taybet û li Rojhilata Navîn bi giştî bi rêya wan pêk bîne.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 23'yê Mijdarê de hêzên parastina kampa Holê ku kampa herî xeter e û girtîgeha Çirkîn a li Qamişlo ku di wan çeteyên DAIŞ′ê û malbatên wan hene, bombebaran kirin. Di encamê de gelek ji malbatan revîn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî armanca dewleta Tirk ji van hedefgirtinan bi daxuyaniyekê got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan çeteyên rêxistina terorîst′DAIŞ′ û mablbatên wan ji kampê birevin û ji nû ve rêxistina terorîst were vejandin. Ev plan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê yên herî xeternak in."

'YA HERÎ SÛDÊ JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DIGIRE, DAIŞ E'

/kr/uploads/files/2022/11/30/195152_hsam-.webp

Têkildarî mijarê, lêkolîner kar û barên komên îslamî yên tundraw, nivîskar Hîşam El Necar diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên ku tê de DAIŞ û malbatên wan hene, hewl dide planên xwe pêk bîne û wiha got: "Berjewendî û armancên dewleta Tirk bi yên dewletên herêmê re bi nakok in. Ji ber armancên dewleta Tirk, ne şerkirina DAIŞ′ê ye, lê belê şerkirina Kurdan e. Ji ber ew yek girêdayî dozên wê yên neteweperest, etnîkî, hesabên siyasî û hilbijartinên hundirîn e."

El Necar hişyarî da ku ev yek dê derfetên mezin ji milîsên mezhebî yên tundraw û radîkal mîna DAIŞ′ê veke, ji ber DAIŞ sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan werdigire û wiha pê de çû: "Ji ber rejîma Tirkiyê israr dike ku êrişên leşkerî li dijî bakurê Sûriyê pêk bîne û ew yek dê belgeyan û hevsengiyên heyî tevlihev bike û DAIŞ′ê xurt bike û rê li pêş wê veke ku xîlafeta xwe ya îdîakirî careke din veke."

′PLANÊN JINÛVE BIRÊXISTINKIRINA TEVGERÊN ÎSLAMÎ′

Li ser bandora zêdebûna asta şer a dewleta Tirk a dagirker li dijî Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî, nemaze piştî ku QSD'ê ragihand ku operasyonên xwe yên leşkerî li dijî DAIŞ'ê piştî zêdebûna êrişên dewleta Tirk rawestandiye, El Necar wiha axivî: "Bandor pir mezin e. Ji ber ku bi awayekî aktîf planên ji bo ji nû ve vegerandina mezintirîn rêxistinên terorîstî li herêmê pêk bîne. Ew jî bi rêya rêveçûna tevger, rêxistinkirin û desteka lojîstîkî ji Sûriy heta bi Iraqê û dewleta Tirk e. Bê guman rêxistina El Qaîdê û rêxstina DAIŞ′ê dê sûdê ji rewşa cudaxwazî ya îslamî li bakurê Sûriyê wergirin. Ji ber hewldana avakirina herêmeke cudaxwaz tê kirin da ku "dewletoka cîhadîsatan" were avakirin. Her wiha ew yek bi îdiayan veguhastina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê ber bi Sûriyê ve û şerkirina li dijî Kurdan pêk tê. Bê guman êrişên leşkerî yên dewleta Tirk li hember lawazkirina Kurdan dikeve xizmetî cîhadîstên çekdar."

Çavdêr û pisporan hişyarî da ku yê yekem sûdê ji êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker wergire, çeteyên DAIŞ′ê ye û ev nîşaneya şerekî mezin e.

El Necar bi van hişyariyan re erê kir û ev tişt got: "Belê, rêxistina DAIŞ′ê sûdeke mezin ji tevlihevbûna belge, guhartina hevserngî û hedefgirtina aliyên girîng ku şerê wê dikin mîna Kurdan, dê wergire. Ji destpêka derketina DAIŞ′ê ve, ne ji piştgiriya derve bûya, DAIŞ′ê nikarî bi pêş keta û fireh bibûya. Her wiha berjewendiyên DAIŞ′ê bi hêzên li qadê re yek bûn. Bi wê re sînor ji bo derbaskirian cîhadîstan hatin vekirin, kampên perwerdê hatin avakirin, hevkarî û bazirganî bi milîsên mezhebî re hatin kirin. Ev hemû di çarçoveya plana jinûve vegerandina xîlafeta DAIŞ′ê ye. Ji ber ku ger êrişên leşkerî dewam bikin dê herêmeke cudaxwazî li bakurê Sûriyê were avakirin."

′VEGERA DAIŞ′Ê LI SER TEVAHÎ CÎHANÊ XETER E′

Li ser asta xeteriya vegera DAIŞ′ê ligel aloziya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibe, lêkolînerê kar û barên komên îslamî yên tundraw, nivîskar Hîşam El Necar wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev veger xeteriya li ser tevahî cîhanê çêdike, ne tenê li ser herêmê. DAIŞ′ê rêxistineke globalî ye ku sînoran derbas dike. Ger hêz û serweriya xwe vegerand û serweriya li ser çi parçeyek ji her herêmeke cîhanê kir, ev tê wateya ku dikare çekdarên alîgir û yên ji tevahî cîhanê bi fikrên wê bandor bûne pêşwaz bike. Ji wê zêdetir dê kampên perwerdê ava bike, rûberên mezin, alav, pere û çekan bi dest bixe û bi wê re planên sûcên terorîst li çi devereke cîhanê pêk bîne."

ANHA