​​​​​​​Şêniyên Girê Spî li pêşiya baregeha Rûsyayê êrişên li ser herêmê protestor kirin

Şêniyên rojhilatê Girê Spî li pêşiya baregeha Rûsya ya li gundê El Tirwaziyê çalakiyeke protestoyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Girê Spî li pêşiya baregeha Rûsyayê êrişên li ser herêmê protestor kirin
29 mijdar, 2022   19:59
EYN ÎSA

Şêniyan gundê El Tirwaziyê yê navçeya Silokê ya rojavayê kantona Girê Spî ber bi baregeha Rûsyayê ya li başûrê gund ve meşiyan. Girseyê pankartên; “Êdî bes e rijandina xwînê”, “Êdî bes e dagirkirina Girê Spî”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Em ji hêzên navneteweyî dixwazin Erdogan û çeteyên wî ji herêmê me derxin û rê  li pêşiya sûcên şer bigirin.”

Xwepêşandêran siloganên; “Erdogan kujer e”, “Bijî QSD`ê”, “Hilweşe Erdogan” û “Hilweşe Erdoganê kujerê zarokan” berz krin. 

Li pêşiya baregehê şêniyan çalakiya prostestoyî li dar xist. Tê de Ezîz El Salim bi navê şêniyên gundê El Tirwaziyê axivî û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin ku di encama wê de sivîl şehîd bûne.

El Salim rola Rûsya rexne kir ku li ber çavên wê dewleta Tirk a dagirker sivîlan topbaran dike lê bêdeng e û got: “Divê ew pabendî lihevkirina Soçiyê be ku di 22`yê Cotema 2019`an de îmze kiriye û li gorî wê li seranserî eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker re, hêzên xwe belav kirin. Qaşo da ku agirbestê û welatiyan biparêze.”  

El salim bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku zextê li dewleta Tirk bike ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinîne, ji ber ku ewlehî û aramiya herêmê têk dibe.

 (dm)

ANHA