​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Divê em li hember Tirkiyê destekê bidin QSD’ê

Rûspî û serokeşîrên Tebqayê teqezî bi girîngiya hevgirtina bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û destnîşan kirin ku divê ew xwe nespêrin dewletan ji ber ku tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.

​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Divê em li hember Tirkiyê destekê bidin QSD’ê
30 mijdar, 2022   03:25
TEBQA- EBDUREHMAN EL SALIH

Nerazîbûnên li dijî bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibin.

Serokeşîrê El Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El Raşid helwesta hêzên navneteweyî yên li herêmê şermezar kir ku êdî bi awayekî eşkere êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê paşguh dikin.

El Raşid wiha axivî: “Helwesta hêzên navneteweyî li hember şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide ku wê rê daye dewleta Tirk ku êrişan pêk bîne, deverên din ên xaka Sûriyê dagir bike. Eger ev dewlet bêdengiya xwe bidomînin divê ji herêmê derkevin.”

Di dawiya axaftina xwe de El Raşid got: “Ev êriş dê îsrara me ya berxwedanê û hevgirtina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser re zêde bikin.”

Her wiha serokeşîrê El Bû Mesera Feysel El Cuma wiha axivî: “Divê em xwe nespêrin dewletan ku qaşo aştiyê diparêzin, ji ber ku ew bi xwe rê didin dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dest pê bike.”

El Cuma wiha li axaftina xwe zêde kir: “Mirov nikare xwe bispêre wan dewletan ji ber ku ew tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin, amancên wan di dagirkirinê de heman in, ji ber wê divê hemû ji herêmê derkevin.”

El Cuma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina xaka tevahiya Sûriyê hevgirtina bi QSD’ê re pêwîst e.

(mh)

ANHA