'Li hember êrişên qirkirinê vebijêrka me berxwedan e'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî vebijêrka wan a yekane ye. Şêniyan helwesta Rûsya û Amerîkayê şermezar kirin û wiha gotin: "Her du jî cîhanê dixapînin ku ew li dijî êrişan in, lê ew hevkar in di van êrişan de."

'Li hember êrişên qirkirinê vebijêrka me berxwedan e'
30 mijdar, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, li dijî êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker vebijêrka berxwedanê hilbjartine da ku destkeftiyên ku bi xwîna zarokên wan hatine bi dest xistin, biparêzin.

QAMIŞLO

ʹJİ BO MAFÊN XWE EM TÊ DİKOŞİNʹ

/kr/uploads/files/2022/11/29/200035_-.webp

Welatiya bi navê Zînê Aslan a ji Qamişlo diyar kir ku li dijî her şêweyên ku destkeftiyên wan dike hedef, wan rêya berxwedanê hilbijartine û wiha lê zêde kir: "Ev 44 sal in  em Kurd ji bo mîsogerkirina mafên xwe tê dikoşin. Me dijminatiya tu pêkhateyên din nekiriye, lê belê me daxwaz kiriye ku em bi çand û zimanê xwe li ser axa xwe bijîn, li ser vî bingehî jî me têkoşîn kirin."

Zînê Aslan destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî her Kurdekî azad şer dike û got: "Lewma em ê bang li gelê xwe bikin ku li dijî dewleta Tirk rabin ser piyan."

'EM Ê LI BER XWE BIDIN'

/kr/uploads/files/2022/11/29/200153_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ehmed jî banga domandina berxwedanê li gelê herêmê kir û wiha pê de çû: "Em çalakiyan li dar dixin da ku em hêrsa xwe li hemberî komkujiyên faşîzma Tirk a ku ev çend sal in li dijî Kurdan û nasnameya Kurd polîtîkayên êrişkar dimeşîne, nîşan bidin.ʹʹ

Ehmed diyar kir ku wan vebijêrka berxwedanê ji xwe re esas girtiye û got: "Em careke din tekez dikin ku em ê li ber xwe bidin heya ku em bigihêjin hemû armancên xwe yên bidestxistina nasnameya azad a di çarçoveya projeya xwe ya demokratîk de ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de dihewîne."

'WÊ NIKARIBE ÎRADEYA ME BIŞKÎNE'

/kr/uploads/files/2022/11/29/200004_-.webp

Welatiya bi navê Rewşen Şêxmûs jî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Rewşen Şêxmûs berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê silav kir û wiha got: "Em ê li ser soza xwe ya têkoşînê bimînin û heya nefesa xwe ya dawî em ê li hember êrişên dagirkeriyê li qadan bin."

/kr/uploads/files/2022/11/29/195936_-.webp

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Sureya Cuma jî got ku dewleta Tirk sûcên şer û dermirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û wiha domand: "Divê em kêleka hêzên xwe parastina herêmên xwe bikin da ku em rê li ber van sûcan bigirin. Îradeya me nayê şikandin, ji ber ku em hêza xwe ji fikr û felsefeya rêber Ocalan digirin."

/kr/uploads/files/2022/11/29/200233_-.webp

Welatiyê bi navê Felîd Cemîl jî anî ziman ku ew ê dev ji axa xwe û gelê xwe bernedin û ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

/kr/uploads/files/2022/11/29/200053_-_1.webp

Welatiyê bi navê Selîm Mihemed jî bal kişand ser giringiya têkoşînê heya bidestxistina serkeftinê.

REQA

/kr/uploads/files/2022/11/29/200212_-_1.webp

Fayîz El Dewar ji xelkê gundê Ikêrşî yê başûrê bajarê Reqayê ye got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev demeke dirêj e li ber xwe didin û em ê heta nefesa dawî jî li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

El Dewar got, li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew li kêleka QSDʹê ne û wiha pê de çû: "Bi hevgirtina gelê me û bi hevgirtina me ya bi QSDʹê re, em ê bi ser bikevin û em ê dest ji bostek axa Sûriyê bernedin." 

'EM BANG LI DEWLETÊN EREBAN DIKIN KU DEMILDEST JI BO RAWESTANDINA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DESTWERDANÊ BIKIN'

/kr/uploads/files/2022/11/29/200112_-.webp

Welatiyê bi navê Salih El Sirûr ê ji gundewarên başûrê Reqayê jî wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Em ji ber bêdengiya Komkara Erebî ya li hemberî vê kiryara hovane matmayî ne. Em bang li hemû welatên Ereban dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê  bi lez destwerdanê bikin."

ʹRÛSYA Û AMERÎKA HEVKARÊN VAN ÊRIŞAN E'

El Sirûr wiha dirêjî da axaftina xwe: "Helwesta Rûsya û Amerîkayê cihê şermezariyê ye. Ji ber ku bi xwîna gelê Sûriyê dilîzin û cîhanê dixapînin ku ew li dijî êrîşan e, lê ew hevkarê van êrişan e û wan çiraya kesk da dewleta Tirk da ku êriş bike."

HESEKÊ

/kr/uploads/files/2022/11/29/200251_-.webp

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Mehabad Şêx Sadûn a ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê jî wiha axivî: "Ev ne cara yekê ye ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me tên kirin. Lê em ê bi serkevin, îradeya me xurt e ji ber ku em wê ji hêza xwe ji QSDʹê digirin. QSD'ê li dijî mezintirîn rêxistina terorîst a DAIŞ'ê sekinî. "

Mehabad Şêx Sadûn diyar kir ku ew ê heya pêkanîna serkeftinê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê  li ber xwe bidin.

/kr/uploads/files/2022/11/29/195853_-.webp

Welatiya bi navê Perîşan Mihemed jî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk ne tenê welatiyan dike hedef, heman demê navendên jiyanî weke dibistan, kargehên xizmetguzariyê û stasyona sotemeniyê û cihên gazê jî dike hedef."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ebdurehîm Mihemed ê ji taxa Kelasê ya Hesekê bal kişand ser êrişên li ser navendên xizmetguzarî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve û wiha got: "Çiqas êriş giran bibin, berdêl çi dibe bila bibe em amade ne xaka xwe ji dewleta Tirka  dagirekr biparêzin."

/kr/uploads/files/2022/11/29/200309_-.webp

Welatiya bi navê Newal Selûm a ji taxa El Nasra jî got, gelê herêmê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Newal Selûm di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van êrişan bi QSD, YPG û YPJʹê re hevkarî û hevgirtinê dikin, heta ku ewlehî li herêmê pêk were.

(hs)

ANHA