Çalakvanên ji Misirê: Divê dewletên Ereban li hember destwerdanên Tirkiyê bisekinin

Pispor, siyasetmedar û hiqûqnsên Misirê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û bang li dewletên Ereban kir ku bi xurtî li hember plan û destwerdanên dewleta Tirk bisekinin.

Çalakvanên ji Misirê: Divê dewletên Ereban li hember destwerdanên Tirkiyê bisekinin
29 mijdar, 2022   04:26
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Pispor, siyasetmendar û hiqûqnasên ji Misirê ji ANHAʹyê re axivîn, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk durûtiya hêzên navneteweyî eşkere dike.

‘KURD BERDÊLÊN BINKEFTINA ERDOGAN DIDIN’

Lêkolînerên kar û barên îslama siyasî, serokê Partiya Şebab Misir Seyid El Adilî got: "Divê civata navneteweyî li hember çetîtiya Tirkiyê ya li dijî gelê Sûriyê û zulma domdar a rejîma Erdogan a li ser Sûriyê û gelê wê bisekine. Erdogan çalakiyên terorîst yên ku vê dawiyê li Tirkiyê çêbûne dixe stûyê Kurdan. Ev tiştekî qet ne mentiqî ne û ne rast e."

Seyid El Adilî diyar kir ku rejîma Tirk bi afirandina aloziyan li ser sînor û mijûlkirina raya giştî ya hundirîn, hewl dide binkeftina xwe ya di hundir de veşêre. Her wiha anî ziman ku Kurd berdêlên binkeftina Erdogan û rejîma wî didin.

El Adilî ji ber berdewama êrişên li ser xaka Sûriyê hişyarî da û got: "Eger êriş li ser xaka Sûriyê berdewam bikin dê istiqrara li bakurê Sûriyê têk biçe û bighêje tevahî herêmên erebî."

El Adilî îşaret bi vê yekê kir ku divê Kurd werin parastin û rêz li mafên wan ên diyarkirina çarenûsa wan were girtin.

‘ÎMPRATORIYA LI SER TERMÊN EREB Û KURDAN AVA BÛYE’

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê Misirê Îbrahîm Şaban êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: ʹʹOperasyona leşkerî ya ku Tirkiyê li bakurê Sûriyê û Iraqê bi navê (Pençe-Kilit) pêk anî tu rewabûna wê tune ye, lê sûcekî din e ku li lîsteya sûcên Tirkiyê yên li dijî Kurdan zêde dibe, lê Tirkiyê li ser van binpêkirinên bi dehên salên yên di vê dosyayê de nayê muhasebekrin û mafê hebûna gelê Kurd red dike."

Şaban diyar kir ku diviyabû ku Tirkiyê lêpirsîneke der barê teqîna li Stenbolê û kesên ku sûcdar kirine de vekiriba û wan radestî desthilata kurdî bikiriba û got: "Lê rihê gelê Kurd, bajar û gundên wan helal kirin, êrişên hewayî yên bêbext bi hemû pîvanên xwe sûc e."

Şaban bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li bakur Sûriyê û Iraqê yên bi navê ʹdijî terorê" şermezar kir û wiha domand: "Terora rasteqîn kiryarên Erdogan û dewleta Tirk ên bi dehên salan li dijî Kurdan e. Şerê Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê û bakurê Iraq û êrişên wî yên hovane yên domdar li gorî fikra osmaniya nû ye ku Erdogan pêk tîne."

Şaban ji ber bêdengiya erebî ya li hemberî êrişên Tirkiyê jî hişyarî da û got: "Eger Erdogan îro êrişî Kurdan dike wê sibe jî bi navê terorê tevahî gundên Ereban ên li Sûriyê û Iraqê bike hedef. Tirkiyê mîna li ser Kurdan li ser Ereban jî xetere ye."

Têkildarî gavên pêwîst ên ji bo rêgirtina li ber êrişan Şaban banga diyaloga erebî-kurdî ya kûr û xurtkirina têkiliyên her du aliyan kir û wiha dom da axaftina xwe: “Kurd ji hezarên salan ve beşekî resen û sereke li herêmê ye. Divê em ji tawan û romanên ku saziyên îstîxbaratê ji dehên salan ve li dijî mafên Kurdan diafirînin da ku wêneya wê reş bike, dûr bikevin. Divê em ji xetereya rasteqîn a Osmanî û dewletê, anku xîlafeta ku Erodan dixwaze li ser termên Kurd û Ereban ava bike, hişyar bin.”

RÛREŞIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ

Hiqûqnasê Misirê û serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Misir El Erebî Ûsama Şemis anî ziman ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser niştecihên bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê tevgerkee navneteweyî û erebî ya bi lez pêwîst e.

Ûsama Şemis anî ziman ku bêdengiya erebî ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd dê rê li ber Erdogan veke ku gavên xwe li herêmên din ên erebî zêde bike û Mîsaq Millî ya Osmanî pêk bîne.

Şemis îşaret bi vê yekê kir ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê binpêkirineke eşkere ya danezana mafên mirovan a cîhanê û mafê jiyaneke ewle yên tevahî mirovan e. Her wiha got: "Hedefkirin û qetilkirina Kurdan bi serê xwe sûceke, li ser vê yekê divê Erdogan were darizandin."

Şemis bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kir û da zanîn ku ev binpêkirin digihêjin asta sûcên şer û guhertina demografîk li hemberî Kurdan.

Şemis di dewama axaftina xwe de got: "Bêdengiya rojavayî hemwextî rewşa tevlihev û hemleyên wan ên parastina mafên homoseksuelan û bihêzkirina hebûna wan di civakên rojhilatî de tê. Ev nakokiya eşkere rûyê rasteqîn ê şaristandiya rojava eşkere dike ku azadiyê wekî perdeyekê ji bo pêkanîna armancên xwe digire.”

Çalakvanê hiqûqî Ûsama Şemis banga li civakên erebî kir ku her cure destekê bidin berxwedana Kurdan û got: "Ev berxwedan hêviya dawî ya li hemberî rêzdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê ye. Divê çalakvanên medyaya dîjîtal ên Ereb balê bikişînin ser rola ciwanên Kurd ên li hemberî eniyên şer."

(bb)

ANHA