Rêvebera RAWA’yê: Rojava û Rojhilat îlhamê didin me

Shakofa Selaab diyar kir ku berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Rojavayê Kurdistanê ji her demê bêhtir hêz daye wan ku li dijî Talîbanê tê bikoşin û got "Yekane rêya guhartina pergalê yekitî û têkoşîna bêtirs e."

Rêvebera RAWA’yê: Rojava û Rojhilat îlhamê didin me
29 mijdar, 2022   03:29
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Piştî ku Talîban li Efganistanê serwer bû, serdemeke nû dest pê kir. Jin bi qirkirinê re rû bi rû man û li hemû qadên civakî qanûnên şereatê ferz kirin. Jinên Efgan jî ji serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û ji şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê îlhamê werdigirin.

Rêvebera Yekitiya Jinênê Şoreşger a Efganistanê (RAWA) Shakofa Selaab li ser şîdeta li dijî jinan a li Efganistanê ji ANHA'yê re axivî.

Shakofa Selaab diyar kir ku Efganistan ji bo jinan bûye cihê herî xeternak û got rewşa niha ya jinan metirsîdar e.

Shakofa Selaab ji roja pêşîn ve qedexeyên Talîbanê yên li ser jinan wiha rêz dike: "Çûna zarokên keçîn a dibistanê hat qedexekirin, jin ji kar hatin derxistin. Herî dawî jî qedexe kirin ku jin biçin park û navendên werzîşê."

Shakofa Selaab diyar kir ku jinên Efgan ji ber ku dengê xwe li dijî rejîma Talîbanê bilind kir, hatin qetilkirin û anî ziman ku ne tenê jin mexdûrên wê rejîmê ne û got: "Ev hovên Serdema Navîn, her şopeke rûmeta mirovahiyê, azadî û demokrasiyê tune dikin."

‘LI EFGANISTANÊ QIRKIRINA JINAN HEYE’

Shakofa Selaab wiha axivî: "Jinên Efgan, bi tundrawên wisa re re rû bi rû ne ku jinan wek mirov nabînin. Ji bilî cezayên mîna recm, girtin, îşkence, revandin û kuştinê, her cure îşkence û barbarî jî heye ku ji hêla medyayê ve tê sansurkirin.''

Shakofa Selaab diyar kir ku tevî van hemû êrişan jî jin serî natewînin û li derveyê çalakî û mîtîngan, ji bo ku jinan seferber bikin û bi rêxistin bikin bi dizî yan jî nîvveşartî xebatên xwe yên perwerdeyê didomînin.

‘BERXWEDANA LI ROJAVA Û ROJHILAT HÊVIYÊ DIDE ME’

Li ser serhildana jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê Shakofa Selaab diyar kir ku ew wê berxwedanê bi dil û can hîs dikin.

Shakofa Selaab diyar kir ku ew ji berxwedana jinan a Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê îlhamê werdigirin û got: "Bi hebûna jinên bindest, mêr, xwendekar, mamoste, karker û kêmneteweyên din, em di wê baweriyê de ne ku şoreşa heyî ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji Bihara Ereban bi hêztir e û dê payîza Îranê veguherîne bihareke xweş. Xuyabûna jinan li eniyên pêş ên xwepêşandanan, ji her demê bêhtir hêzê dide me ku li dijî Talîbana hov şer bikin.”

‘DIVÊ LI DIJÎ DIJMINÊN JINAN DENG BILIND BIBE’

"Yekane rêya guhartina pergala dijminê jinan ew e ku hişmendî çêbe, bibin yek û bê tirs tê bikoşin.” Rêvebera RAWA’yê Shakofa Selaab di dawiyê de bi van gotinan bang li jinên cîhanê kir ku li dijî rejîmên faşîst û li dijî jinan bibin yek û dengê xwe bilind bikin.