Ji ber êrişan kargeha Siwêdiyê rawestiya

Selman Barudo diyar kir ku kargeha Siwêdiyê, 5 kargehên din ên petrolê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de rawestiyane. Her wiha eşkere kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide careke din kargehê bide xebitandin.

Ji ber êrişan kargeha Siwêdiyê rawestiya
27 mijdar, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên ji 19`ê Mijdarê ve dest pê kirine, yekser binesaziya herêmê kir hedef. Ji vê yekê armanc dike ku gelê herêmê neçar bike ku ji herêmê derkeve.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo got ji 20`ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî û bi çekên giran herêmê topbaran dike û wiha domand: “Li pêşiya çavên civata navneteweyî dewleta Tirk êriş dike. Lê ew bê deng dimîne. Dewleta Tirk ji hedefgirtina binesaziyê û topbarankirina herêmê de armanc dike binesaziyê wêran bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Barudo destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de kargehên stratejîk ên petrol, gaz, nexweşxane, depoyên genim û heta girtîgeh û kampên çeteyên DAIŞ`ê topbaran dike, bi taybet girtîgeha Cergîn a Qamişloyê.

KARGEHA SIWÊDIYÊ GAZ Û KEHREBE JI HERÊMÊ RE PEYDA DIKIR

Barudo bal kişand ser ku herî zêde kargeha gazê ya Siwêdiyê ji topbaranê zirar dîtiye ku rojane 16 hezar tûpên gazê ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda dikir. Her wiha diyar kir ku bi rêjeya ji sedî 50 kehrebe ji kantonê re derdixist.

5 KARGEHÊN DIN RAWESTIYAN

Barudo destnîşan kir ku li rex kargeha Siwêdiyê jî 5 kargehên petrolê rawestiyan.

Her wiha Barudo got topbaran bi awayekî neyînî li herêmê û kargehan kiriye, nexasim kehrebe û gazê ji şêniyên herêmê re peyda dike.

‘RÊVEBERIYA XWESER HEWL DIDE AMÛRÊN PÊWÎST PEYDA BIKE’

Hevserokê Desteya Aboriyê Selman Barudo diyar kir li gorî rêveberiya Siwêdiyê, dijwar e amûrên pêwîst bên peydakirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Xweser dê bi hemû rêbazan amûrên pêwîst peyda bike da ku ev kargeh careke din bê xebitandin.”

(şx)

ANHA