Bi dîmen û wêne encamên êrişên li dijî gundekî Şerayê

Ji dîmen û wêneyên hatine kişandin, wêraniya ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Merenaz ê navçeya Şerayê çêbûye, xuya dibe.

Bi dîmen û wêne encamên êrişên li dijî gundekî Şerayê
27 mijdar, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bombebaran kir. Hemwextî wê balafirên bêmirov û şer li asîmanê kantonên Şehba û Efrînê digerîn.

Topbaran derdora saetekê berdewam kir. Piştra saet derdora 01:00`ê balafiran qada bombebaranê fireh kir û balafirgeha Minixê û gundê Merenazê yê navçeya Şera kirin hedef.

Ji wêne û dîmenan wêraniya ji ber bombebarana li ser gundê Merenazê xuya dibe.

Ji ber bombebaranê malên şêniyan bi temamî hilweşiyane.

(şx)

ANHA