`PKK êdî bûye xelaskerê tevahiya gelê Kurdistanê`

Kesayetên welatparêz di salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê de diyar kirin ku partiya li ser bingeheke bîrdozî û têkoşîneke mezin hatiye damezirandin, êdî bûye xelaskerê hemû gelan û gotin: “Roja damezirandina partiyê roja şoreşa hişmendî û welatparêziyê ya gelê Kurdistanê ye.”

`PKK êdî bûye xelaskerê tevahiya gelê Kurdistanê`
27 mijdar, 2022   03:30
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Piştî salên dirêj ên siyasetên pişaftina çandî û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan û têkbirina şoreşên wan, Kurd careke din bi damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hat vejandin, ku ev partî gelên Kurdistanê ji siyaset û êrişên hêzên hegemonîk parastin.

'PKK’Ê ROMANEKE BÊDAWÎ YE’

Rêber Abdullah Ocalan partiya ku di 27’ê Mijdara 1978’an de hatiye damezirandin wiha wesf dike: “Ez PKK’ê baş nas dikin, nayê têkbirin, PKK’ê romaneke bêdawî ye.”

"PKK LI SER ŞOPA TÊKOŞÎNA RESEN A JI BO KURDAYETIYÊ YE”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/11/26/190012_-.jpg

Gelek kesayetên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêka damezirandina ve nas kirine, heta niha têkoşîna xwe li hember êrişên li dijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û li ser bingehên vê tevgerê didomînin. Yek ji wan Mihemed Xelîl e ku bi bavê şehîd Delîl e ku di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de şehîd bûye û birayê şehîd Metîn e ku di salên 90’î de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye.

Mihemed Xelîl di salên 90’î de bi rêya civînên ku têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi gelê Rojava re li dar dixistin, tevger nas kir.

Der barê vê mijarê de Xelîl wiha axivî: “Min tevger nas kir lê min li ser naveroka wê û fikr û têkoşîna wê tiştek nedizanî, piştî demekê min têkoşerên tevgerê ji nêz ve bi rêya civînên bi dizî yên wê demê, nas kir.”

Xelîl wiha domand: “Heta niha ew qonax di bala min de ye. Ji ber ku ji bo min gaveke nû bû, nexasim ku me analîzên jinên Kurd ên li ser dîrok û rastiya gelê Kurd bi hûrbînî dîtin. Wê demê ew tiştekî nû û xerîb bû di nav civaka Kurd û herêmê bi giştî de. Wê demê teqez bûm ku em li benda hêviyeke nû û qonaxeke nû ya çarenûsa gelê Kurd in.”

Xelîl destnîşan kir ku fikrê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li ser bingeha azadiya jinan û civaka demokratîk ji bo pêşeroja Kurdan li tevahiya Kurdistanê tiştekî nû bû, bi taybet piştî meşandina siyasetên pişaftin û qirkirinê ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve.

Xelîl li axaftina xwe wiha zêde kir: “Tevger bi fikr û têkoşîna xwe ji hemû tevger û partiyên Kurdî yên dîtir ku di heman qonaxê de hatine damezirandin cudatir bû. Ji ber wê jî min bawer kir ku têkoşîna rastî ya ji bo kurdayetiyê di nav vê tevgerê de ye û heta roja îro ez şopdarê wê me. Têkoşîna tevgerê hemû sînor derbas kirin û di demeke kurt de baweriya gelê herêmê bi dest xist.”

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ

Der barê destpêka têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de di 15’ê Tebaxa 1984’an de û rola wê di parastina hebûna Kurdan de, Mihemed Xelîl got: “Di encama têkçûn û şikestinên ku Kurd tê re debas bûn de, ew gihîştin astekê ku êdî tiştekî bi çavê xwe nebînin bawer nakin. Ji ber wê jî ev tevgera ku ji bo xilasiya gelê Kurd hatiye damezirandin, Kurdan ber bi qonaxeke nû ya parastina hebûn û dîroka wan ve bir.”

Destpêka şerê rizgariyê yê di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya şehîd Egîd ku wek roja nû ya dîroka têkoşîn û berxwedana Kurdan li Kurdistanê tê naskirin, êdî bûye bingeha destpêka qonaxên nû li dijî êrişên qirkirin û pişaftinê.

Xelîl wiha anî ziman: “Ji ber wê jî em dibêjin ew îdeolojiyek û têkoşîneke nû ya civaka Kurdî bû. Birayê min Metîn ji şehîdên pêşîn ên vê tevgerê ye û di merasîma wî de bi hezaran Kurd beşdar bûn. Tevî ku siyasetên girtinê yên ku li dijî wan dihatin meşandin, lê dîsa jî beşdar bûn û di merasîmê de gelek ciwan tev li têkoşînê bûn.”

ŞOREŞA HIŞMENDÎ Û WELATPARÊZIYÊ

Têkildarî girêdana wî bi bingeh û rêça PKK’ê, Xelîl got: “Dema ez navê PKK’ê dibihîsim şoreşa azadî û welatparêziyê û tolhildana şehîdan tên bîra min. Ji ber ku di cewhera xwe de wiha ye, damezirandina PKK’ê ji Kurdan re şoreşeke hişmendî, civakî û welatparêziyê bû.”

TÊKOŞÎNEKE BÊDAWÎ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/11/26/185943_-.jpg

Kesayeta welatparêz Ehmed Mecîd (68) ê ku di sala 1982’yan de piştî xwendina belavoka (Berxwedan Jiyan e) PKK’ê nas kir. Têkildarî mijarê wiha axivî: “Ez jî endamekî Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî bûm, lê piştî ku min belavok xwend û têkoşerên partiyê ji nêz ve nas kirin, min dest bi têkoşîna ji bo vê partiyê kir.”

Mecîd ev li gotinên xwe zêde kir: “Partiyên Kurdî yên dîtir tenê digotin û nedikirin. Lê tişta ku me di PKK’ê de dîtiye têkoşîneke bêdawî ya ji bo gel bû. Bi damezirandina wê re fikrekî nû ya avakirina civakeke azad û demokratîk di nav Kurdan de belav bû, me bi rêya wê dîrok û rastiya xwe nas kir.”

TÊKOŞÎNA LI GOR QONAXAN

Mecîd destnîşan kir ku têkoşîna wî ya ji bo PKK’ê li gor qonaxan bû. Destpêkê bi rêya civînan bû ku ji xelkê re fikr û pernsîbên partiyê û rastiya dijmin şîrove dikir, piştre karekî çalaktir di karê eniyan de bû ku wê demê ji aliyê kesayetên welatparêz ên Rojava ve hat damezirandin.

Mecîd diyar kir ku di her qonaxekê de guhertineke mezin di têkoşîna Kurdî de çêdibû û got: “Di her qonaxekê de gelên Kurdistanê bi awayekî xurttir berê xwe didan PKK’ê; ev partî tevî siyasetên ku li dijî me dihatin meşandin û derfetên xwe yên kêm, Kurdan ji pişaftin û qirkirinê parast.”

Mecîd yek ji kesên bişans in ku rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê dîtiye, ku wê demê rêber Ocalan ji wan re qonaxên ku PKK’ê tê re derbas bûne û bingeh û pernsîbên PKK’ê di têkoşîna xwe de şîrove kirin.

".

Mecîd wiha axivî: “PKK’ê li ser bingeheke fikrî ya rêber Ocalan û salên têkoşînê hat damezirandin. Li Kurdistanê civakeke bindest ku li dijî wê komkujî, pişaftin û paşguhkirin tê meşandin hebû, lê belê PKK’ê li hember van siyasetan li ber xwe da û Kurd careke din parastin, ji berhema ‘Kurdistan Mêtingeh e’ gihîşt şoreşeke mezin li tevahiya Kurdistanê.”

Mecîd wiha berdewam kir: “Bêguman ev şoreş bi saya berxwedan û têkoşînê û berxwedana zîndanan heta berxwedana hemdem a li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê gihîşt vê astê, bi saya vê berxwedanê Kurdan xwe ji nû ve îsbat kir.”

Mecîd destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya xwe ji vê berxwedana dîrokî digire û got: “Eger ne ji felsefeya rêber Ocalan ba em îro nedigihîştin vê astê, ne tenê li Rojava lê belê li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî. Ji ber ku Kurd îradeya xwe ji têkoşîna PKK’ê digirin.”

(mh)

ANHA