​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê

Bi sedan dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregeha koalîsyonê ya Hesekê û li pêşiya baregehên Rûsyayê li Qamişlo çalakiyeke protestoyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk û bêdengiya her du hêzan li hember van êrişan şermezar kir

​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregehên koalîsyon û Rûsyayê derketin xwepêşandanê
26 mijdar, 2022   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li kantonên Hesekê û Qamişlo çalakiyeke protestoyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

KANTONA HESEKÊ

Dayik û hevjînên şehîdan li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya Til Beyder a Hesekê derketin xwepêşandanê û êrişên dewleta Tirk li diji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navnetnweyî li hember wê, şermezar kir

Di çalakiya protestoyî de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed û endama meclisê Guljîn Ehmê daxuyanî xwend.

KANTONA QAMIŞLO

Li Qamişlo, bi sedan dayik, hevjîn û zarokên şehîdan ji çarxerêya Basil a taxa Kornîş heta baregeha Rûsya ya nêzî balafirgeha Qamişlo meşiyan. Xwepêşandêran pankertên; “Erdogan kujker e", "Bêdengiya wan me dikuje", "Em qedexeya asîmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwazin" hildan

Li pêşiya baregeha Rûsya, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatime Hesen El Casim daxuyaniyeke hevbeş xwend.

Di daxuyaniyê de hat got: “Ji bo parastina vê axê, mirovahiyê, jiyana hevbeş û parastina destkeftiyên şehîdan, me 12 şehîd da. Em dixwazin fêm bikin çima kaolîsyon û hêzên din ev êriş erê kir.”

Di daxuyaniyê de bang li NY`yê hat kirin ku Erdogan, hikumet û serok artêşa wî bixe lîsteya terorê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li parêzerên welatparêz ên li cîhana erebî û rojavayî hat kirin ku tîmeke ava bikin û bi navê hevjînên şehîdan li dijî Erdogan dozan vekin. Ji ber dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne, gel tune dike û çekên kîmyawî bi kar tîne.

Paşê şandeyeke dayîkên aştiyê û hevjînên şehîdan derbasî baregeha Koalîsyona Navneteweyî bû û bi rayedarên li wir re civiyan. Her wiha nameyek radestî wan kir ku tê de bang li koalîsyonê hat kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bêdeng nemînin.

Dema ji baregehê derketin, dayik û hevjînên şehîdan diyar kirin ku rayedaran soz daye wan ku ew dê daxwazên wan bighînin aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovahî.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên “Şehîd namirin” û “Na ji dagirkeriya Tirk re” hildan.

Li kantona Qamişlo, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê dê kopiyeke daxuyaniya xwe bi zimanê ingilîzî û muzakereya protestoyî radestî hêzên Rûsyayê bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DKvUk3_Cz3E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>