Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa yên girêdayî kantoan Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziya herêmê şermezar kirin û got: "Em ê di berxwedana li dijî tevahî êrişan de dewam bikin."

Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Qamişlo: Em dijî her cure êrişan berxwedanê bidomînin
26 mijdar, 2022   11:20
QAMIŞLO

Hêrs li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesazî herêmê zêdetir dibe.

Bi sedan şêniyên Til Koçer û endamên saziyan bi xwepêşandanekê êrişên li ser herêmê şermezar kirin. Xwepêşandan bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re " hate organîzekirin.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Delê ya li rojavayê Til Koçerê dest bi meşê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re, Berxwedan jiyan e, Bijî berxwedana QSD′ê" hatin berzkirin.

Her wiha pankartên bi nivîsên "Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me, bêdengiya we me dikuje” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin hildan.

Li dawiya sûka navendî ya navçeyê xwepêşandan veguherî mitîngê. Li wir li ser navê Meclisa Navçeya Til Koçerê hevserokê meclisê Newaf El Xedian axivî û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

El Xedian diyar kir ku ew îro li hember hêza herî tarî ku rûmeta mirovan dikuje, şerê hebûnê dimeşînin û got: “Hikumeta Erdogan ji bo qetilkirina zarokên me li hincetan digere û bi hinceta şerê li dijî terorê armanc dike xaka me dagir bike. Armanca wê derbekirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e ku em hewl didin wan li Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybet belav bikin."

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo, bi dehan şêniyên navçeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan kir.

Xwepêşandêrên ku ji Çerxerêya Şehîd Mehsûm ketin rê, pankartên bi nivîsa "Şer rawestînin" û wêneyên şehîdên komkujiya Dêrikê ya ku şeva 19-20'ê Mijdarê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Teqil Beqil pêk hatiye, bilind kirin.

Xwepêşandêr li kolana sereke ya navçeyê geriyan, paşê dîsa vegeriyan Çerxerêya Şehîd Mehsûm û li wir xwepêşandan veguherî mitîngê. Beşdaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk a li dijî êrişên dewleta Tirk berz kirin.

Di mitîngê de serokê Komeleya Ehil El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sînan Seydoş axivî. Seydoş di axaftina xwe de hemû şehîdên bombebarana dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîranîn.

Seydoş her wiha bal kişand ser wê yekê ku bombebarana hovane ya dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina welatiyan ji bo wê yekê ku dixwaze aloziya xwe ya navxweyî derxe derve û wiha lê zêde kir:t: "Li hemberî êrişên ku armanc dikin îradeya me bişkînin, divê hemû pêkhateyên herêmê bibin yek."

Piştre, ji rêveberiyên Kongra Star a navçeya Çilaxa Semer Hisên jî axivî û got ku êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, careke din armanca dewleta Tirk a hedefgirtina hemû pêkhateyên herêmê û hedefgirtina binesaziya wê, radixe ber çavan.

Semer di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku êrişên dewleta Tirk wan ji biryara berxwedan û parastina destkeftiyên xwe yên ku bi xwîna zarokên herêmê bi dest xistine,  paşve venagerîne û wiha got: "Lê belê, ji bo pêşîgirtina li êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, ew hîn zêdetir dihêle ku em hewldaneke mezintir bikin."

ANHA