Di topbarana li ser gundewarê Kobanê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû-HATE NÛKIRIN

Di van kêliyan de 5 gundên li rojavayê bajarê Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Di topbarana li ser gundewarê Kobanê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû-HATE NÛKIRIN
26 mijdar, 2022   11:22
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ji herêmê gihîştine ber destên me, dewleta Tirk a dagirker gundên Ziyaretê, Zorava, Beyadî, Çariqlî û Zormixar ên dikevin rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Hat ragihandin ku di topbarana li gundê Çariqlî de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

(cx)

ANHA