​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin, serkeftin wê para me

Şêniyên Kobanê soza domandina parastina herêmê ji êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin: "Em ê li ber xwe bidin, serkeftin wê para me b."

​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin, serkeftin wê para me
23 mijdar, 2022   00:41
KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dan û diyar kirin ku ew ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin.

ʹ BI KOMKUJÎ Û QIRKIRINAN EM TUNE NABIN'

/kr/uploads/files/2022/11/22/194439_.webp

Welatiyê bi navê Îsmaîl Xelîl anî ziman ku gelê Kurd bi komkujî û qirkirinan naqede û got: "Divê dewleta Tirk baş bizane ku li cîhanê zêdetirî 50 milyon Kurd hene, ew çiqasî şerê me bike jî em ê li hemberî êrişên wê berxwedanê bidomînin. Rêya me zelal e, yan şehadet an serkeftin e. Em gelekî wisa ne ku bi komkujî û qirkirinan tune nabe."

/kr/uploads/files/2022/11/22/194539_.webp

Zehîde Ehmed jî got ew ji xaka ku bi xwîna zarokên wan ên şehîd ji terorê hatiye paqijkirin dernekevin û wiha lê zêde kir: "Em ji dengê balafir û guleyan natirsin. Em xaka xwe terk nakin û soza me ev e ku em ê bi parêzvaekî vê xakê re bimînin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

/kr/uploads/files/2022/11/22/194504_.webp

Emîne Eqîl jî wiha got: "Em dev ji axa xwe bernadin."

'LI DIJÎ ME PLANEKE MEZIN TÊ PÊKANÎN'

/kr/uploads/files/2022/11/22/194602_.webp

Welatiyê bi navê Hindî Hebeş diyar kir ku hemû dewlet di bombebarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin.

/kr/uploads/files/2022/11/22/194521_.webp

Welatiyê bi navê Baran Mihemed jî destnîşan kir ku gelê herêmê gihiştiye wê baweriyê ku planeke mezin li dijî wan tê kirin û armanca yekem û dawî jî gelê herêmê ye. Mihemed ev peyam da: "Peyama min ji bo gelên herêmê ew e ku li ser vê rêyê têkoşîna xwe bidomînin, ji ber ku di dawiyê de serkeftin a me ye."

(hs)

ANHA