​​​​​​​Piştî hedefgirtina Til Temir, Zirgan vê carê gundekî Girê Spî tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirgan, gundên din ên navçeya Til Temirê û gundekî Girê Spî topbaran dike.

​​​​​​​Piştî hedefgirtina Til Temir, Zirgan vê carê gundekî Girê Spî tê topbarankirin
22 mijdar, 2022   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku qada topbarana dewleta Tirk a dagirker firehtir dibe. Hemwextî hedefgirtina taxên rojavayê navçeya Zirganê, gundewarê Til Temirê topbaran dike.

Li gorî agahiyan gundên Şêx Elî û Qibûr Qeracnê yên bakurê navçeya Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve têne topbarankirin û agahî hene ku ji ber topbaranê zirar gihaştine mal û milkên welatiyan.

Hemwextî wê, gundê Xanî yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran tê topbarankirin.

Lê agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA