​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn zanyariyên têkildarî êrişan parve kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê agahî parve kirin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn zanyariyên têkildarî êrişan parve kirin
22 mijdar, 2022   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên îro (22 Mijdar 2022) de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hiundirîn hat belavkirin de, têkildarî herêmên ku bûne hedefa êrîşan agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li ser herêmê berdewam dike û ev agahî hatin dayîn:

“Dewleta Tirk îro cih û navendên sivîlan, cihê petrolê û gundên Kobanê yên bi navê Seftik, Zor Mixar, Aşmeh, Til Şiîr, Qeremox, Goran, gundên Tirbespiyê yên bi navê Girdehol, Girkê Şemo, gundên Amûdê yên bi navê Şûrik û Haside, gundên Qamişlo yên bi navê Til Zîwan, Elî Fero, bajaroka Zirganê û gundewarên Til Temirê bi awayekî ketober topbaran kirin. Di encama van topbaran û êrişên hewayî yên bi balafirên bêmirov de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn.”

Di berdewama daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Tu carî vîn û îradeya gelê me bi van êrişan nayê şikandin. Em bang li her kesî dikin ku li hember van êrişan dengê xwe bilind bikin. Ji bo seknandina van êrişan divê her kes helwesta jê tê xwestin nîşan bide.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar û hêzên navneteweyî yên li herêmê hat kirin ku mudaxele bikin û êrişan rawestînin.