​​​​​​​Dewleta Tirk ji destpêka îsal ve 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve bi hemû cureyên çekan, balafirên şer û yên bêmirov 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn. Di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk ji destpêka îsal ve 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn
22 mijdar, 2022   00:15
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Dewleta  Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve êrişên li dijî bajarê Kobanê û gundewarên wê zêdetir kirine. Di van êrişan de balafirên şer û yên bêmirov, çekên giran hawin û doçka bi kar anîn.

Li gorî bîlançoya ku ajansa me (ANHA) bi dest xistiye, dewleta Tirk ji destpêka îsal heta 21ʹê Mijdara 2022ʹyan ve, 78 êriş li dijî Kobanê pêk aniye.

/kr/uploads/files/2022/11/21/190438_-.webp

Di encama van êrişan de 15 welatî şehîd bûn û 32 birîndar bûn ku di nav de 13 zarok hene. Yek ji zarokên birîndar Ebdo Henîfî ye ku di êrişa li ser gundê li gundê Qeremox de ji lingê xwe bû. Her wiha 17 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Gundên Kobanê yên ji destpêka îsal ve hatine hedefkirin ev in; Qeremox, Koran, Xerabîsan ên rojhilatê bajarê Kobanê, Zorava, Siftik, Boban, Sêlem, Kor Elî, Çareqlî, Beyadiyê, Ziyare, Çiloxlî, Zor Mixar, Merzerya Ehmed Munîr, Şiyoxa Jorîn ên rojavayê Kobanê, her wiha navenda Kobanê û Girê Miştenûrê hatin hedefkirin.

Di 19 û 20 vê mehê de dewleta Tirka dagirker bi balafirên şer bajarê Kobanê û derdora wê, gundên Zor Mixar, Çareqlî, Ziyare, Aşmê û Şiyûxa Jorîn bombebaran kirin, di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn, ji wan nûçegihanê Stêrk TV Mihemed El Ceradê ye.

(fr)

ANHA