Di bombebarana li ser Til Temirê de ciwanek birîndar bû

Di bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî taxa Hera ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê de ciwanek birîndar bû.

Di bombebarana li ser Til Temirê de ciwanek birîndar bû
21 mijdar, 2022   20:49
NAVENDA NUÇEYAN

Nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek li taxa Hemra ya bakurê navçeyê û li nêzî baregeha Rûsyayê, erebeyek kir hedef.

 Nûçegihanê me eşkere kir ku di encama wê êrişê de ciwanê bi navê Ebdurehman Reşîd Hesen (17) birîndar bû ku li nexweşxaneya Lêgerîn tê dermankirin.

ANHA