‘Em bi şermezarkirinê sînordar namînin, em ê çekan hilgirin’

Şêniyên kantona Hesekê diyar kir ku ew ji bo parastina welatê xwe û berxwedana li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker amade ne û got "Em ê çekan hilgirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin."

‘Em bi şermezarkirinê sînordar namînin, em ê çekan hilgirin’
22 mijdar, 2022   04:20
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Ev yek jî bû sedema hêrsa gel û pêkhateyên herêmê û daketin qadan û soza xwe ya parastina herêmê nû kir.

/kr/uploads/files/2022/11/21/190704_-.webp

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Neîma Mehmûd got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê bisekine, ji ber ku wan welat ji rêxistinên terorîst paqij kir."

/kr/uploads/files/2022/11/21/190722_-.webp

Welatiya bi navê Hediya Mihemed a ji bajarê Hesekê jî wiha axivî: "Em derketin da ku em piştgiriya QSD, YPG û YPJ'ê bikin. Ew li hember êrişên dewleta Tirk ên hovane parastina xaka xwe û ewlehiya xwe dikin."

Hediya her wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di nava bajarên xwe de teqînan çêdike û hêzên me û zarokên me bi vê yekê sûcdar dike."

/kr/uploads/files/2022/11/21/190647_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Qasim jî wiha axivî: "Em di çarçoveya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên xwe namînin, bila her kes bizane ku em li kêleka hêzên xwe ne û em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û çekê hilgirin."

Qasim destnîşan kir ku her kes çav û guhên xwe li hemberî kiryarên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire û wiha dewam kir: "Em ji wan re dibêjin ku çi dibe bila bibe, em ji doza xwe, şoreşa xwe û hêzên xwe venagerin."

(hs)

ANHA