​​​​​​​Panorama hefteyê: Amadekariyên vekirina deriyekê di navbera herêmên dagirkirî û hikumeta Şamê de

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker amadekariyên vekirina deriyekî di navbera herêmên dagirkirî û yên hikumeta Şamê de. Lîbyayê banga pêkanîna sîstema federal dikin û wekî çareseriya herî guncaw ji aloziyê re dibînin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Amadekariyên vekirina deriyekê di navbera herêmên dagirkirî û hikumeta Şamê de
20 mijdar, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî mijarên wekî rewşa Sûriyê, aloziya siyasî ya li Lîbyayê û aloziya avhewayê girtin dest.

‘DAGIRKERIYA TIRK LI NÊZÎ DERGEHÊ EBÛ ZENDÊN BAREGEHEKE LEŞKERÎ AVA KIR’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El Watan a Sûriyê wiha nivîsî: "Di demekê de ku behsa vekirina dergehê Ebû Zendên tê kirin, wekî yekemîn berhemên hewldanên rejîma Tirkiyê ya nêzîkbûna bi Şamê re, hêzên dewleta Tirk a dagirker li nêzî dergehê baregeheke leşkerî ya biçûk ava kir. Ew dergeh di navbera herêmên serweriya dewleta Sûriyê û herêmên serweriya hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li başûrê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî de ye.

Yekşema borî çavkaniyên nêzî qaşo Artêşa Nîştimanî ji El Watan re eşkere kiribû ku efserên îstixbaratê û artêşa Tirkiyê cara sêyemîn ji herêmên serweriya Artêşa Nîştimanî ve serdana dergehê Ebû Zendên kiriye ku bi wan re serçeteyên milîsên Firqeya Sultan Murad a nêzî rejîma Tirkiyê jî hebûn. Avakirina baregeha leşkerî ya Tirkiyê, piştî wê yekê pêk hat.

Hin raporan ji rojnameyê re got rejîma Tirkiyê karîbû şerê meha borî di navbera milîsên Feyleqa 3`yan û rêxistina El Nusra ya terorîst û milîsên bi wê re îstismar bike û rewşa meydanî û siyasî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne û bixe xizmeta hewldanên nêzîkbûna bi Şamê re.

Raporan destnîşan kir ku rejîma Tirkiyê bi lez û bez rewşa wan milîsan bi kar anî da ku armanca xwe (vekirina dergehê Ebû Zendên) pêk bîne, ku ev yek daxwazeke berê bû ku Rûsyayê çend caran danîbû ser maseya dan û standinên bi rejîmê re."

VEGERANDINA SÎSTEMA PARÊZGEHAN, GELO DÊ ALOZIYA LÎBYAYÊ ÇARESER BIKE?

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Meclisa serokatiyê ya Lîbyayê tevgerek siyasî û civakî bi rê ve dibe, bi mebesta vegerandina pergala parêzgehan a ku ji sala 1983'yan ve hatî rakirin. Endamê meclisê Mûsa El Kewnî di hevdîtina bi hejmarek serkirdeyên partiyên siyasî re, tekezî li ser girîngiya vegerandina pergala parêzgehan kir ku wek baştirîn çareserî  ye ji bo krîzên li Lîbyayê. Ji wan jî krîzan xetimîna siyasî û cemidandinê ye ku ji ber lihevnekirina aliyên siyasî li ser bingeheke destûrî ku rê li ber lidarxistina hilbijartinên serokatiyê vedike, li pey xwe hişt.

El Kewnî diyar kir ku sîstema nenavendîbûnê mafên hemû herêm û pêkhateyên gelê Lîbyayê bi rêya parêzgehan û bi radestkirina bûdceyên wan ji bo birêvebirina projeyên wan, misoger dike. Da ku hikumeta navendî rola xwe di şopandina siyaseta derve û kar û barên dewletê de bi cih bîne. Her wiha ji bo her parêzgehekê, ji derveyê wê kesayeteke naskirî were erkdarkirin û ji bo birêvebirina kar û barên wê, dê hemû maf jê re bên dayîn.

Dema ku Lîbya di sala 1951'ê de serxwebûna xwe bi dest xist, dabeşî 10 parêzgehan hat kirin; El Cebel El Exder, Binxazî û Derna li rojhilat, Terablus, El Cebel El Xerbî, El Xums, El Zawiye û Misrata li rojava, Sebha û Ubarî li başûr. Di sala 1983'yan de ev sîstema hate betalkirin û li şûna wê 46 şaredarî hatin bicihkirin. Piştre di sala 1987'an de ev hejmar bû 25 şaredarî. Piştî sala 1995'an, dabeşkirina şaredariyan hat rakirin û li şûna wan komîteyên gel ku 13 komîte bûn, hatin bicihkirin. Di 1998'an de ew bûn 26 komîte, paşê di sala 2001'ê de bûn 32, di 2007'an de bûn 22 komîte.

Li gorî berdevka Meclisa Serokatiyê Necwa Wehîbe: "Vegerandina pergala parêzgehan li gorî ezmûna ku beriya sala 1969'an hate şopandin, dê bibe alîkar ku nakokiyên siyasî çareser bibin, gendelî kêm bibe û tirsa parçebûnê were dûrxistin."

Li gorî daneyên destpêkê, projeya parêzgaran li piraniya herêmên welêt, rastî piştgiriyeke mezin tê. Dibe ku ew alternatîfeke rast be li şûna sîstema federal ku ji sala 1963'an ve bi guhertinên destûrê re hatibû rakirin û hinek hêzên siyasî û civakî piştî sala 2011'an banga ji nû ve esasgirtina wê kirin."

HIŞYARIYÊN JI KÛRBÛNA ALOZIYA XUREKÊ JI BER GUHERTINA AVHEWAYÊ

Têkildarî aloziya avhewayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Cîgirê rêveberê Rêxistina Xurekê û Çandiniyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (FAO) li ser kûrbûna aloziya xurekê li hin welatên lawaz û di nav de Sûdan hişyarî da, nexasim li gel diyardeya guhertina avhewayê.

Zeytûnî Weled Dada di lûtkeya avhewayê (cop-27) a li Misirê tê lidarxistin de, wiha got: "Eger biryarên bi lez û mezin neyên dayîn, dibe ku alozî kûrtir bibe."

Wele Dada ji ber bandorên guhertina avhewayê fikarên xwe nîşan da û got: "Rewş pir metirsîdar e. Ji ber ku bandora guhertina avhewayê li her devera cîhanê derdikeve, nexasim li herêmên lawaz û yên herî zêde zirarê dibînin mîna Sûdanê."