​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê dê destekê bide projeyên aboriya civakî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, destekdayîna projeyên aboriya civakî wekî plansaziya pêşîn a sala 2023’an diyar kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê dê destekê bide projeyên aboriya civakî
18 mijdar, 2022   23:35
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Bi nêzîkbûna sala 2023’yan re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi hemû beşên civakê re civiya da ku li daxwaz û pêşniyarên civakê guhdar bike û projeyên pêşîn ên sala nû diyar bike. Civîn 17ʹê Cotmehê dest pê kirin.

ŞÊNIYAN CIVÎN ÇAWA NIRXANDIN?

/kr/uploads/files/2022/11/18/183816_-.webp

Der barê girîngiya lidarxistina civînan de, welatiyê bi navê Enes Mela Ebdurehman diyar kir ku ev civîn ji bo diyarkirina projeyên pêşerojê û xurtkirina têkiliya di navbera Rêveberiya Xweser û gelê herêmê de gaveke baş e û got: “Destek tenê li çepikan, ji ber wê jî divê gel piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser da ku zehmetiyan derbas bike û bi awayekî baş plansaziya pêşîn ên sala 2023’yan diyar bike.”

Ebdurehman diyar kir ku divê piştgiriya qada çandiniyê were kirin û pêwîstiyên cotkaran werin bicihanîn.

/kr/uploads/files/2022/11/18/183710_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Mihdî jî anî ziman ku bi rêya civînên ku tê lidarxistin divê çareserî ji pirsgirêkan re werin dîtin û daxwazên sereke yên welatiyan werin bicihanîn.

DIYARKIRINA BUDCEYÊ

/kr/uploads/files/2022/11/18/183834_-_1.webp

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya sîstema xwe ya demokratîk a ku xwe dispêre îradeya gel, li gor derfetên xwe yên kêm pêdiviyên sereke yên welatiyan bi cih tîne. Her wiha got, civînên ku vê dawiyê tên lidarxistin sîstemek e ku Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandina xwe ve pêk tîne da ku plansaziyên salane diyar bike.

Yûnis bal kişand ser armancên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji civînên ku bi gel re li dar xistine û got: “Civînên ku ji gel re tên lidarxistin, yek ji bernameya Rêveberiya Xweser e da ku budceya 2023’yan diyar bike û li gorî wê saziyên rêveberiyê bi destpêka salê re dest pê bi pêkanîna wan bike. Armancên din ew e ku em asta îmkanên rêveberiyê û rêgezên wê ji pispor, saziyên civaka sivîl, rûspî û partiyên siyasî re şîrove bikin.”

PÊŞNIYARIYÊN ŞÊNIYAN

Telat Yûnis destnîşan kir ku nêrîn û pêşniyarên ku civînan de derketin, hatin nirxandin û wê bibin bingehê diyarkirina plansaziya sala 2023ʹyan.

Der barê zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser ên di aliyê xizmetguzariyê de Yûnis got: “Li gel rewşa ku herêm tê re derbas dibe, aloziya aborî û rewşa bêistiqrar, derfetên di destê Rêveberiya Xweser de têrê nake ku tevahî pêwîstiyên gel bi cih bîne. Di dema serweriya rejîma Baasê de herêmên me bi tevahî hatibûn paşguhkirin. Ji wê zêdetir rewşa şer bandor lê kir, kiryarên xirabkirin û wêrankirinê gihiştin saziyên xizmetgurzarî yên rêveberiyê û yên giştî."

Yûnis diyar kir ku mercên aborî bandorê li rewşa xizmetguzarî û rewşa giştî ya herêmê dike û diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi hemû îmkanên xwe pêwîstiyên sereke bi cih bîne.

PROJEYÊN RÊVEBERIYA XWESER ÊN 2023’AN

Telat Yûnis bal kişand ser encamên civînên ku ji şêniyên kantonên Hesekê û Qamişlo re li dar xistine û wiha domand: “Mijarên sereke yên ku civînê de hatin nîqaşkirin û wekî pirsgirêk hatin destgirtin, pirsgirêka avê ye ku li herêma Cizîrê pirsgirêkeke mezin derdixe holê. Ev pirsgirêk li Hesekê piştî dewleta Tirk ava qut kir derket, her wiha li herêmên din ên kantona Qamişlo heye. Ji ber wê jî çareserkirina vê pirsgirêkan ji armancên me yên sereke yên 2023’yan in û budceyek ji bo vê yekê hatiye diyarkirin. Her wiha destekdayîn û pêxistina qada çandiniyê û peydakirina pêwîstiyên cotkaran yek ji daxwazên sereke yên gel e. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser mijara pêşxistina qada çandiniyê û destekdayîna projeyên aborî û enerjiya alternatîf xistiye plansaziya 2023’yan. Dîsa jî destekdayîna qada tenduristiyê û qada perwerdeyê li gorî îmkan û pêwîstiyên pêşîn di plansaziyê de ne. "

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis di dawiya axaftina xwe de got: “Rêveberiya Xweser di qonaxa pêşketinê de ye, li gor derfetên heyî zehmetiyan derbas dike û xizmeta gel dike.”

(mh)

ANHA