​​​​​​​ʹDestwerdanên derve hêviyên pêkanîna federaliyê li Lîbyayê asteng dikinʹ

Ji ber binkeftina sîstema navendî, bangên pêkanîna sîstemeke federal li Lîbyayê dibe rojevê. Ev sîstem piştî serxwebûnê li welat hatibû rûniştandin. Çalakvanekî siyasî yê lîbyayî diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk û serdestiya milîsan hêviyên pêkanîna sîstema federal asteng dikin.

​​​​​​​ʹDestwerdanên derve hêviyên pêkanîna federaliyê li Lîbyayê asteng dikinʹ
19 mijdar, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Berî çend rojan rojnameya El Beyan di nûçeyekê de ragihandibû ku Meclisa Seroketî ya Lîbyayê tevgereke siyasî û civakî bi rê ve dibe û armanc dike ku pergala parêzgehan a ku ji 1983’an ve hatiye betalkirin, careke din saz bike.

/kr/uploads/files/2022/11/18/203408_.webp

Li gorî nivîsa rojnameyê "Endamê meclisê Mûsa El Kewnî di hevdîtina ligel rêveberên partiyên siyasî de girîngiya vegera xebatê ya li gorî sîstema parêzgehan destnîşan kir û wekî çareseriya herî guncaw a ji aloziyên li Lîbyayê re bi nav kir. El Kewnî destnîşan kir ku pergala nenavendî mafên hemû herêm û pêkhateyên gelê Lîbyayê biparêze. Li gorî vî sîstemê, wê her parêzgehek budceya xwe werbigire û projeyên xwe bi rê ve bibe, hikumeta navendî jî dê karê xwe yê birêvebirina siyaseta derve û karûbarên dewletê bidomîne û kesayetek guncew ji bo birêvebirina her parêzgehekê erkdar bike."

TECRUBEYEKE BERÊ

Di sala 1951ʹê de an ku piştî serxwebûnê, li Lîbyayê pergala federal hat rûniştandin. Li gorî destûra Qiraltiya Yekbûyî ya  Lîbayê ya wê demê, Lîbya ji sê herêman pêk dihat; Berqa li rojhilat, Terablus, li rojava û Ferzan li başûr. Hersê herêm di Qiraltiya  Lîbyayê ya Yekbûyî de kom dibûn. Lê di sala 1963ʹyan de destûr hat guhertin û di encamê de sîstema federal hat betalkirin.

Her herêmek xwedî rêveberiyeke xweser, hikumet û parlamentoyeke xweceh bû. Herêma Terablus ya herî biçûk bû û niştecihên wê pirtir bû. Hejmara niştecihên herêma Fezan ji wê kêmtir bû, lê herêma Berqa ya herî fireh bû.

Di 26’ê Nîsana 1963’an de pergala federal li Lîbyayê hat betalkirin û Qiraltiya Yekbûyî ya Lîbyayê bû Qiraltiya Lîbyayê. Di vê çarçoveyê de pergala serwer a wê demê Lîbya dabeşî 10 parêzgehan kir; (Beyda, Xemis, Obarî, Zawiye, Benxazî, Derne, Geryan, Misrata, Sebha û Terablus). Ev pergal heta darbeya 1’ê Îlona 1969’an a bi serkêşiya Muemer El Qedafî dewam kir, ku di encama wê de pergala qiralîte hat betalkirin û Komara Erebî ya Lîbyayî hat damezirandin.

Di sala 2012’an de cara duyemîn federalîzm li Lîbyayê derket pêş. Di 6’ê Adara 2012’an de Berqa wekî herêmeke federal hat ragihandin û Ehmed El Zubêr El Sinosî wek serokê meclisa xwecih a herêmê hat hilbijartin, lê belê ev yek li ser erdê pêk nehat.

Bi her aloziyeke siyasî li Lîbyayê re, bangên pêkanîna federalîzmê zêde dibin ku wekî çareseriya yekane ji aloziya li welêt re tê dîtin. Vê dawiyê jî berpirsên berê yên dewletê û endamên parlamentoyê ji bo pêkanîna vê pergalê dengên xwe dan.

Cotmeha borî jî 32 parlamenterên rojhilatê Lîbyayê bang li serokê parlamentoyê Eqîle Salih kirin ku destûra 1951’an di weşaneke zindî de binirxîne û xwestin ku pergala federal a  li gorî 3 herêmên dîrokî (Terablus, Berqa û Fezan) dîsa were pêkanîn.

Her wiha 32 parlamenteran bang li rayederên herêmên Terablus û Fezan kirin ku destekê bidin vê bangê û gotin, federalîzm misogeriya yekitiya xaka Lîbya û ewlehî û silametiyê wê ye. Parlamenteran îşaret bi vê yekê kirin ku ji ber binkeftina referandoma li ser pêşnûmeya jinûve sazkirina destûrê ya sala 2017ʹan  ew dixwazin ku sîstema federal careke din were pêkanîn.

BINKETINA PERGALA NAVENDÎ

Çalakvanê siyasî yê lîbyayî Mihemed Qeşût ji ajansa me re diyar kir ku pêkhateya rêvebirinê ya li Lîbyayê ji pergala qiralite ya federal a sê herêman (Terablus, Fezan û Beraq) veguherî pergala navendî û got: "Pergala navendî hemû saziyên dewletê û desthilata biryarê xist hundirê bajarekê an ku Terablusê ya paytext ye. Bi demê re binkeftina vê sîstemê îsbat bû. Ji ber ku di peydakirina xizmetan û pêkanîna geşkirinê de sistbûn çêbûn. Sedema vê binkeftinê jî burokrasiya ku hatî sepandin."

Qeşût anî ziman ku piştî sala 2011ʹan hêvî hebûn ku şaredariyên di nava her bajarekî de ji bo xebitandin û belavkirina hin saziyan li hin herêman rayeyên mezintir werbigirin da ku barê li ser Terablusê sivik bibe û ev nirxandin: "Ji bo vê mijarê gelek biryar hatin derxistin, ji wan Saziya Nîştimanî ya Petrolê ji Terablusê ji bo Bingazê were veguhestin, lê ev biryar wekî ximav li ser kaxezê man bêyî ku werin pêkanîn. Ji ber vê yekê di sala 2013ʹan yekemîn xwepêşandan li bajarên Beyda, Bingazî û Ecdabiyayê dest pê kirin, di van xwepêşandan de banga pêkanîna pergala federal hat kirin."

Mihemed Qeşûd destnîşan kir ku bangên vê dawiyê yên pêkanîna federaliyê encamên binkeftinên hikumetan e, bi taybet ên ku piştî Peymana Sixêrat a sala 2015ʹan û Peymana Cinêvê ya sala 2021ʹê de hatine û wiha dom da axaftina xwe: "Hikumetên ku piştî van peymana hatine nebûn hikumetên ji bo tevahî Lîbyayê ye, her wiha di pêkanîna xizmetan bi awayekî adilane ji bo tevahî lîbyayan de bi bin ketin. Van hikumetan xwe li hundirê Terablusê xurt kirin û bûn alîgirên milîsên ku wan diparêzin û bûn dilsozên dagirkeriya Tirk. Ji ber vê yekê banga sîstema federal derket ku wekî çareseriya alternatîf a ji şer û dengê guleyan e, nemaze piştî ku hêzên çekdar nikarin Terablus û tevahî herêmên rojava ji sala 2019ʹan vegerînin. Hin welatî sîstema federal û parçebûnê ji hev dernaxin, wisa difikirin ku sîstema federal dewleta Lîbyayê parçe dike, lê ev ne rast e. Sîstema federal rayeyan belav dike û şaredarî û desthilatên xweceh didin bajaran û xizmetan peyda dikin. Ez dibînim ku ev sîstem a herî guncaw ji bo Lîbyayê ye."

TIRKIYÊ MILÎS PÊKANÎNA SÎSTEMA FEDERAL ASTENG DIKIN

Çalakvanê siyasî yê lîbyayî Mihemed Qeşûd îşaret bi destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê û serweriya milîsên çekdar û got: "Ji ber dagirkeriya Tirk û serweriya milîsan a li Terablusê û tevahî herêmên rojava pêkanîna sîstema federal zehmet e. Divê serdestî û desthilata biryara nîştimanî werin vegerandin û divê hikumeteke xurt hebe. Ya herî girîng divê destûrek hebe ku sîstemeke wisa bipejirîne û maf û erkên welatiyan diyar bike."

ANHA