​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re xwest

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê bi peyamekê ji malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re xwest
18 mijdar, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê ji ber teqîna gazê ya li Silêmaniyê peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de hat gotin: “Ji ber teqîna gazê ya li taxa Kazîweya ya li bajarê Silêmaniyê, ku di encamê de gelek kes bûne qurbanî, em sersaxiyê ji quraniyên teqînê re dixwazin. Aliyên hikumetê bîlançoya qurbaniyan eşkere kir û wekî karesatekê ji bo wê malbatê bi nav kir.

Careke din em sersaziyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û xemîngiya xwe parve dikin, ji giyanê qurbaniyan re dilovanî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. ʹʹ

(mh)