​​​​​​​Ciwanên Dêrikê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir

Ciwanên Dêrikê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê li gundê Til Xenzîr Jorîn ê herêma Koçerat a Dêrikê pîroz kir.

​​​​​​​Ciwanên Dêrikê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
18 mijdar, 2022   16:34
DÊRIK

Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Koçeret beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Herêma Koçerat Sabir Xidir salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir û got: “Em salvegera damezirandina PKK’ê li gerîlayên pîroz dikin ku destanên qehremanî û fedakariyê li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeran dinivîsin.”

/ar/uploads/files/2022/11/18/154539_2022-11-18-drk-sahiya-salvegere-pkk-2822738974329-.webp

Xidir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî li djiî gerîlayan bi kar tîne, şermezar kir û diyar kir ku erka ciwanan e piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Piştre stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Nîhad Hisên û Mihdî Hisên ve hatin pêşkêşkirin û govend hat gerandin.

 (mh)

ANHA