Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bi merasîmekê ragihand ku beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan li Akademiya Şehîd Simko der çû.

Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
Beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan a Minbicê der çû
17 mijdar, 2022   13:58
MINBIC

Akademiya Şehîd Simko ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan bi navê Dewreya Şehîd Hesen Xalid Osman bi dawî kir.

Di merasîmê de gelek efserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên gelek derçûnan û malbatên şehîdan amade bûn.

Dewre 45 rojan dewam kir, tê de waneyên leşkerî, fikrî û siyasî hatin dayîn.

/ar/uploads/files/2022/11/17/131543_abd-alhmyd-shykhw.webp

Di merasîmê de efserê Hêzên Operasiyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Ebdulhemîd Şêxo axivî û wiha got: "Bi perwerde û xebatê em ê li hember hemû astengiyan bisekinin û derbas bikin, parastina ewlehî û îstîqrara li herêmê bikin. Bi her gavê re em ji armanca xwe ya pêkanîna aştiya gelê xwe nêz dibin."

/ar/uploads/files/2022/11/17/131524_sydar-hsn.webp

Endama Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, efser Sîdar Hesen derçûna beşa yekemîn ji Hêzên Operasiyonan li derçûn û şêniyên Minbicê pîroz kir û bang li hêzan kir ku rêya hevrêyên xwe yên şehîd bişopînin."

/ar/uploads/files/2022/11/17/131500_sybylyya-alabrahym.webp

Di merasîmê de, li ser navê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Xalid Osman, xwişka hevjîna şehîd Sîpêle Îbrahîm axivî û îşaret bi girîngiya perwerdeyên leşkerî û fikrî kir, bi taybet di vê merheleyê de.

Merasîma derçûnê bi toraneke leşkerî û sondxwarina leşkerî bi dawî bû.

(fr)

ANHA