Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê

Meclisa Jinan a PYD′ê li Reqayê panelek bi sernavê "Sekna jinan li hember tundiya siyasî û civak, Jin, Jiyan, Azadî" li dar xist, di heman demê de Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi nêzbûna 25′ê Mijdarê pêşangeha hunera şêwekariyê vekir.

Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
Li Reqayê panel û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê
15 mijdar, 2022   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ku dikeve 25′ê Mijdarê du çalakiyên cuda li Reqa û Şehbayê hatin lidarxistin.

REQA

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) panelek bi sernavê "Sekna jinan li hember tundiya siyasî û civakî, Jin, Jiyan, Azadî" li seyrangeha Mişwar a Reqayê li dar xist.

Di panelê de bi dehan endamên partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di panelê de endama PYD′ê Feyroz Xelîl wiha got: "Komeleya Giştî 25′ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ragihand û tê de bal kişand ser tundiya li dijî jinan."

Feyrozê wiha domand "Mêr ku desthilat hegemoniya we li ser ferz dike, ew jî li ser jinan ferz dike. Di encamê de asta koletiya jinan bilind dibe. JIn rojane rastî hemû cureyên tundiyê tên, li her dewleteke cîhanê tundî yan jî gefên tundiyê li pêş vebijêrkên ji jinan re di tevahî aliyên jiyan û civakê de hene û bandorê li hemû çalakiyên wê yên jiyanî dikin."

Feyrozê hemû cureyên tundiyê li dijî jinan mîna tundiya malbatê û tundiya elektronî şîrove kirin.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berket wiha got: "Doza tuniyê dozeke ji dîrokî ve tê. Tundî dozeke neyênî li gel hemû beşên civakê heye."

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen jî wiha got: "Jin a herî zirar di civakan de dîtine. Divê em mekanîzeya danîna qanûnan lêkolîn bikin ku jin hemû mafên xwe bi dest bixin."

Di dawiyê de endama Meclisa Jinan a PYD′ê Rîm Idrîs encamên li ser pêwîstiya xurtkirina jinan, garantiya mafên wan û hesabkirina kesên tundiyê li dijî wan dikin, xwend.

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" pêşangeheke hunera şêwekariyê vekir. Pêşangeh balê dikişîne ser jinan û têkoşîna wan. Pêşangeh li parka kampa Berxwedan a li Fafînê ya Şehbayê hate vekirin.

Di pêşangehê de 45 tablo ku ji hêla endamên yekitiyê ve di çend mehan de hatine xêzkirin, hebûn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, endamên sazî û yekitiyên sivîl ên herêma Efrînê serdana pêşangehê kirin.

(fr)

ANHA