MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê li Helebê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist û got demokrasî şerta avakirina Sûriyeke nû ye.

MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
MSD’ê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist
15 mijdar, 2022   16:24
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Helebê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist, ku tê de rola partiyan di avakirina welatan li ser bingehên jiyana hevbeş a demokratîk hat nîqaşkirin.

Panel li kafeterya Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin, tê de gelek nûnerên partiyên Sûrî û kesayetên welatparêz û siyasî yên serbixwe beşdar bûn.

Di destpêka panelê de endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Helebê Zeyneb Qenber destnîşan kir ku ji bo pêkanîna jiyaneke aram divê civak di aliyê siyasî û exlaqî de bê perwerdekirin.

Zeyneb Qenber wiha got: “Pêwîstiya rihê nîştimanî û berpisyariya li ser milê partiyên siyasî bi kar û kedê heye da ku jiyaneke aştiyane û welat ji êşên wê bên rizgarkirin pêk bê, her wiha hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û welatek li ser bingeha demokrasî, pirrengî û nenavendîbûnê bê avakirin."

ROLA PARTIYAN DI QONAXA VEGUHERTINÊ Û SIYASETA DEMOKRATÎK LI SÛRIYÊ DE

Piştre, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Ehmed El Leban mijara panelê ya bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” xwend û got pêdiviya siyaset û pêşxistina rewşên siyasî û civakî yên gelên li herêmekê, guhartina bûyer û armancên siyasî bi geşkirin û nêrîna civakê heye.

Têkildarî rewşa Sûriyê jî El Leban wiha domand: "Em dibînin ku cureyên herî tund li dijî sûriyan bi dirêjahiya salan de pêk hatin. Jinûve rêxistinkirina civakê û aktîfkirina sazûmaniya civkî bi rêya jinûve vegerandina li aliyên jiyanî û rêxistinkirina wê pêk tê."

Di dawiya mijarê de Ehmed El Leban destnîşan kir ku ev panel li ser bingeha gelek xalan hatiye lidarxistin ku di encamê de dê rola partiyên siyasî di qonaxa veguherînê û siyaseta demokratîk li Sûriyê de bê diyarkirin û têgehên demokrasî, wekhevî û pirrengî bên rûniştandin.

PARASTINA JI ELEMENTÊN FAŞÎZMÊ

Piştre, deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin da ku nêrînên xwe bînin ziman. Her wiha siyasetmedarê serbixwe Welîd El Xubarî wiha got: "Divê piştgiriya xwediyên fikrên guhertina civakan û pêşxistina wan bê kirin.”

Her wiha Welîd El Xubarî got: “Bingeha sereke ya partiyan ew e ku pêkanîna demokrasiyê parastina ji elementên faşîzmê ye, da ku nêrînên xwe bi zelalî û azadî bînin ziman.”

SIYASETA DEMOKRATÎK MIJAREKE ASTENG Û ARMANCEKE PÎROZ E

Her wiha, siyasetmedarê Sûrî yê serbixwe Ehmed El Dirzî got: “Siyaseta demokratîk mijareke asteng û armanceke pîroz e, lê helbet pêwîstiya wê bi kedê heye, ji ber ku sedema pirsgirêkê ew e ku aliyên serdest ên herêmê rê nadin aliyên din ên biryaran bidin rolekê bilîzin û wan paşguh dikin.”

El Dirzî wiha domand: “Qonaxên ku herêm tê re derbas bûne hiştin ku fikrê demokratîk li herêmê paşve biçe û pergalên serdest xurt bibin. Divê sîstemeke perwerdeyê wiha hebe ku zarok ji zaroketiya xwe de li ser bingehên demokrasiyê bên perwerdekirin da ku civak ji bo guhertineke bi vî rengî re bê amadekirin.”

DEMOKRASÎ JI BO BICIHKIRINA DIYALOGA SÛRÎ GIRÎNG E

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Nîştimanî ya Sûrî ya Civakî Telal Hûriye wiha axivî: “Divê civaka Sûrî li ser bingeha yekitiya xak û civakê ji nû ve bê avakirin.”

Di panelê de nêrînên li ser bicihkirina bingehên demokrasiyê dûrî hişmendiyên neteweperestî li Sûriyê hatin gotin.

Panel bi komek encaman bi dawî bû, ew jî ev in;

Organîzekirina karê partiyan û pêşxistina têkiliyên wan ên bi civakê re.

Rûniştandina prensîpên demokrasiyê û pejirandina kes û aliyên dîtir.

3-Girîngiya pêkanîna demokrasiya rasteqînî di nav partiyan de û pejirandina guhertina fikrî li gor berjewendiyên neteweyî yên civakê.

Girîngiya hevgirtina partiyan tevî cudahiya di navbera prensîpên wan de.

Îdeolojîkirina siyaseta demokratîk û rûniştandina wê ji bo xelaskirina Sûriyê bê teqezkirin.

Çalakkirina nêrîna dîrokî ya li ser civaka Sûriyê û diyarkirina kevnariya wê û şikandina kevneşopiyên neyênî yên berê.

Xwespartina li prensîpên niştîmanî, dadmendî û wekheviyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civak û dewletê.

Girîngiya perwerdekirina civakê û pênasekirina guhertinên siyasî û bandora wan li Sûriyê û civaka wê.

Vekirina deriyê diyaloga Sûrî û xwespartina li berjewendiyên hevbeş û hevgirtinê heta pêkanîna desthilatiyekê û diyarkirina çarenûsê.

Girîngiya lidarxistina kongreyeke niştîmanî ya Sûrî ji hemû hêz, partî û desteyên siyasî re da ku çareseriya demokratîk bê rûniştandin û hemû pirsgirêk bên çareserkirin, ji peymaneke civakî heta bi danîna destûreke nû li Sûriyê ve.

(mh)

ANHA