​​​​​​​'Em ê ji bo şehîdên xwe li ber xwe bidin'

Şêniyên navçeya Til Temirê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên wan, şermezar kirin û got divê hemû pêkhate ji bo têkbirina êrişan bibin yek. Her wiha piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî yên li eniyên şer re anîn ziman.

​​​​​​​'Em ê ji bo şehîdên xwe li ber xwe bidin'
15 mijdar, 2022   23:45
HESEKÊ – EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji bo valakirina herêmê ji niştecihên wê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser navçeya Til Temir a kantona Hesekê didomîne.

Têkildarî mijarê, şêniyên Til Temir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên wan şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2022/11/15/180029_-.webp

Welatiya bi navê Xedîce Îbrahîm wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, welatiyên ku red dikin axa xwe biterikînin, dike hedef."

'EM Ê LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN'

Xedîceyê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir, her wiha tekez kir ku pêwîst e hemû pêkhate ji bo şikandina êrişan bibin yek û wiha lê zêde kir: "Em şêniyên Til Temirê bi hemû pêkhateyên xwe ve, mil bi mil bi hev re ne. Em xwe naspêrin hêzên Rûsya û Amerîkayê, ji ber ku ji dema hatine herêmê ew li hember êrişên dagirkeriya Tirk bê deng in. Ji bo şehîdên xwe yên ku ji bo em bi aştiyane bijîn, fedakarî kirine, em ê têkoşîna xwe bidomînin."  

'NIKARIN ARMANCÊN XWE YÊN DAGIRKERIYÊ PÊK BÎNIN'

/kr/uploads/files/2022/11/15/180012_-.webp

Welatiyê bi navê Azad Emîn jî wiha axivî: "Pêkhateyên navçeya Til Temir bi hev re dijîn. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêmên me rastî êrişên 'Cebhet El Nusra' û 'DAIŞ' tên, ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike. Ew ê nekarin li ser axa me, armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin."

Emîn wiha pê de çû: "Hêzên leşkerî û pêkhateyên herêmê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk didomînin. Ji ber ku armanca dagirkeriyê valakirina herêmê ye da ku timakariyên xwe yê dagirkirinê pêk bîne."

Emîn helwesta hikumeta Şamê ya li hember van êrişan şermezar kir û wiha got: "Tevî hebûna hêzên hikumeta Şamê li herêmê ku ew jî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên hedefgirtin, lê ew li hember van êrişan bê deng e."

'EM AXA XWE BERNADIN'

Emîn herî dawiyê wiha got: "Em ê li ber xwe bidin û dev ji axa xwe bernadin. Em ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin."

/kr/uploads/files/2022/11/15/180045_-.webp

Welatiya bi navê Îtab Hesen jî wiha got: "Ev nêzî 3 salan e ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me hemû rêbazên hovane bi kar tîne. Vê yekê dike da ku me bitirsîne û herêmê vala bike, her wiha zarokên me ji mafê wan ê perwerdehiyê bê par bihêle."

Têkildarî amadebûna wan li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, Îtab wiha got: "Me şêniyên Til Temirê xendek kolandin û madeyên xwarinê bi temamî peyda kirin, da ku em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî yên li eniyên şer ên pêş bikin, her wiha em parastina herêma xwe bikin û wê nehêlin. Ev hemû jî bi rêya xwebirêxistinkirinê pêkan in.”

(hs)

ANHA