Dîmenê alavên leşkerî yên hatine desteserkirin

Gerîla Tv dîmenê çalakiya 9`ê Tebaxê ya li Girê Şehîd Rûbar weşand, ku tê de hejmareke alavên leşkerî hatibû desteserkirin.

Dîmenê alavên leşkerî yên hatine desteserkirin
12 mijdar, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Di 8'ê Tebaxê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Rêber, hêzên me çalakiyek kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerên mayî neçar man vekişin. Hêzên me di 9’ê Tebaxê de jî çalakiyek kirin. Di vê çalakiya tîmên me yên gerok de, çekekek bombeavêj û 16 bombeyên wê, dûrbîneke çekê, dedektoreke mayinê, cîhazeke ragihandinê, cîhazeke jammerê ya portatîf û aparatên wê, 2 çenteyên leşkerî, bombeyên mijê û gelek malzemeyên jiyanî hatin desteserkirin"