Bi klîbekî nû bal kişandin ser êrişên kîmyewî

Hunergeha Welat bi klîbekî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Di klîba nû de dîmenên ku kîmyasal çawa bandorê li ser jiyana mirov û xwezayê dike, cih digirin.

Bi klîbekî nû bal kişandin ser êrişên kîmyewî
12 mijdar, 2022   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunergehê bi klîba strana “Serêkaniyê û Avaşîn” ku amade kir bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayên azadiyê û di dema êrişên li ser bajarê Serêkaniyê de.

Di klîba hatiye amadekirin de dîmenên ku kîmyasal çawa bandorê li ser jiyana mirov û xwezayê dike, cih digirin. Rûpoş ango maskeyên li dijî gaza kîmyasalê li serê karekterên klîbê ne. Her wiha di nakaratên klîbê de balê kişandine ser hevkarî û bazara kîmyasalê ya di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de.

Stran bi hevokên pir sade û melodiyek xweş hatiye hûnandin. Di dawiya klîbê de wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne. Hemû cîhan jî xwe kor kerr kiriye…"