​​​​​​​′Em tecrîdê şermezar dikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin′

Jinên Minbicê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir. Jinan diyar kir ku tevî zextên li dijî gelên azadîxwaz, ew ê li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

​​​​​​​′Em tecrîdê şermezar dikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin′
11 mijdar, 2022   01:50
MINBIC

Hemwextî bangên navneteweyî û Kurdistanî yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî rêber Ocalan didome.

/kr/uploads/files/2022/11/10/165658_-.webp

Têkildarî mijarê jinên Minbicê ji ajansa me re axivîn. Sena Receb a ji pêkhateya Çerkez wiha axivî: "Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazan hewl dide zextê li me bike da ku em serî bitewînin û ji fikirê neteweya demokratîk yê ku rêber Abudllah Ocalan pêşkêş kiriye, dûr bikevin. Armanca wê ji nûkirina tecrîda li ser rêbertî ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibe. Ev projeya ku mafê gel misoger dike."

Sena wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazan hewl dide me biçewisîne, vê yekê jî bi rêya hedefgirtina herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Ew bi hemû rêbazan û cureyên çekan êrişî gelên azadîxwaz dike."

Sena ev tişt got: "Em serî natewînin û kes nikare îradeya me bişikîne. Em ê bi fikirê rêber Ocalan girêdayî bin û em ê li ser fikirê neteweya demokratîk bimeşin. Her wiha em ê li hember hemû zextan, berxwedanê bidomînin."

Sena Receb herî dawiyê ev bang kir: "Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku tecrîda li ser rêbertî rakin. Em gelê Minbicê ji hemû pêkhateyan dê li ser fikirê neteweya demokratîk a ku rêber û fîlozof Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, bimeşin."

/kr/uploads/files/2022/11/10/165623_-.webp

Asya Îsmaîl Hisên a ji pêkhateya Kurd jî berdewama tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ev tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Pêwîst e cîhan hemû fikirê rêbertî û projeya wî qebûl bike. Ji ber armanca projeya neteweya demokratîk xilaskirina gelan ji zulm û desthilatdariyê ye."

Asya pirsî ku li hember nûkirina tecrîdê ji hêla dewletên kapîtalîs ve li dijî rêber Ocalan ka rêxistinên mafên mirovan?

Asya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev dewlet bi rêya ferzkirina tecrîda li ser rêbertî, hewl didin fikrê wî ji holê rakin. Bi hemû rêbazan hewl didin fikrê rêber Ocalan reş bikin, lê rêbertî hîna li ber xwe dide."

Asya Îsmaîl Hisên di dawiyê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û wiha got: "Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku komîteyekê bişînin girtîgeha Îmraliyê da ku rewşa tenduristî ya rêbertî bizanin. Ji ber ku dewleta Tirk tecrîdê girantir dike û nahêle parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin."

(hs)

ANHA