′Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêwîstî bi Rêveberiya Xweser heye′

Ereb, Çerkez û Tirkmenan da zanîn ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê modela Rêveberiya Xweser çareya herî guncaw e.

′Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêwîstî bi Rêveberiya Xweser heye′
10 mijdar, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel tunebûna tu însiyatîfên çareserkirina krîza Sûriyê ku derbasî 12 salan dibe, Ereb, Çerkez û Tirkmenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeya yekan e ye. Ji ber ku berjewendiyên sûriyan a jiyana azad dabîn dike.

/kr/uploads/files/2022/11/10/170143_-.webp

Der barê vê mijarê de, rojnamevan û endamê Komeleya Tirkmenî ya Minbicê Cuma Heyder ji ajansa me re wiha axivî: “Krîza Sûrî 10 sal bê çareserî derbas kir. Ew yek bi sedema destwerdanên hêzên derve li kar û barên Sûriyê û paşguhkirina rola sûriyan e."

Cuma Heyder wiha domand: “Her çiqasî tevlêbûna ji diyalogê re zêde bibin, dê bi xwe re çareserkirina krîza Sûriyê hêsan bikin û rê li ber çareyên ku hemû sûriyan razî bikin veke û jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyên herêmê de pêk bîne, çi leşkerî, aborî û civakî dibe."

Têkildarî çareserkirina krîza Sûriyê Cuma Heyder ev tişt got: “Çareseriya herî guncew a krîza Sûriyê ew e ku xwe bispêrin projeya Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Ew yek çareya herî guncaw ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Sûriyê re ye."

Heydar wiha li gotina xwe zêde kir: "Projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk mafê jiyana azad a her pêkhateyekê, nasname, çand û kevneşopiya wan diparêze, ji ber ku dema maf û erkên şêniyên herêmê wekhev bin; wê demê ew ê bibe çareseriya pirsgirêkên hemû gelan.”

/kr/uploads/files/2022/11/10/170212_-_1.webp

Her wiha, hevserokê Komeleya Çerkez a Minbicê Samir Hebaq destnîşan kir ku dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li pêş îstîqrara herêmê û çareya krîza Sûriyê astengiyek e û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji dema destpêka krîza Sûriyê ve plan dike xakên Sûriyê dagir bike."

Hebaq wiha domand: " Dagirkeriya Tirk şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û bi vê yekê hewl dide wan bitisîne, aloziyê belav bike. da ku zêdetir serweriya xwe li hember pêk bîne û dagirkirinê hêsan bike. Di wê yekê de topbaranên bejahî û êrişên hewayî û şerê taybet bi kar tîne."

Hebaq teqez kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî bê destwerdana ji aliyê derve daxwaza hemû Sûriyan e, ev diyalog dê krîzê çareser bike û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser çareya herî guncaw ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê ye."

/kr/uploads/files/2022/11/10/170132_-_1.webp

Girêdayî heman mijarê, hevserokê Meclisa bajarokê Meraşide yê rojhilatê Dêrazorê Esed El Dexîl wiha got: “Em dizanin ku berjewendiyên dewletên herêmê li vir hene û bi hinceta şerê terorê hewl didin herêmê wêran bikin, dewlemendiyên wê talan bikin û jêhrên xwe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

El Dexîl ev tişt got: "Em welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî ne, destekê didin hêzên xwe; QSD′ê. Em dizanin dewleta Tirk a dagirker bi hinceta şerê terorê hewl ddie derbasî herêmê bibe û dagir bike."

′PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ENCAMÊN ERÊNÎ PÊK ANÎN′

/kr/uploads/files/2022/11/10/170232_-.webp

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Mihemed El Zayid jî li ser mijarê wiha axivî: “Projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk zehmetiyên gelê Sûriyê bi dawî kirin û şêniyên herêmê rizgar kirin û jiyaneke aram, ewle û wekhev piştî têkbirina DAIŞ’ê ji wan re peyda kir.”

El Zayid wiha domand: “Projeya Rêveberiya Xweser xwe li ser erkê îsbat kir û bû meqseda rizgariya hemû sûriyên azad û bi wê yekê em bi hêvî ne ku Sûriyeke demokratîk a nû ava bikin."

El Zayid li ser destekdayîna ji projeya Rêveberiya Xweser û QSD′ê re wiha anî ziman: "Vîna me xurt e, em di destekdayîna projeya Rêveberiya Xweser û civandina li dora QSD′ê de dewam dikin, da ku ewlehî û îstîqrar li welat pêk bê û Sûriyeke nû, ya demokratîk û pirrengî û nenavendî pêk bê. Em hevgirtî û hevkar in û tu dewlet nikarin vîna me bişikînin."

El Zayêd wiha li axaftina xwe zêde kir: “Îradeta me xurt e û em ê heta pêkanîna aştî û aramiyê li seranserî Sûriyê û avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk, pirreng û nenavendî piştgiriyê bidin hêzên xwe.”

El Zayid destnîşan kir ku aliyên mêtinger û kapîtalîst, di serî de dagirkeriya Tirk naxwazin ev proje bi ser bikeve. Ji bo têkbirina vê projeyê ajan û sîxuran çêdikin.

Mihemed El Zayid wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li dewletên cîhanê yên azad û demokrat dikin ku helwesteke rasteqîn li hember welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bidin, ji ber ew welatî piştî xelasiya wan ji terora DAIŞ′ê hêvî dikin ku bi ewle û îstîqrar bijîn."

(mh)

ANHA