Dagirkeran li Efrînê 4 welatî revandin

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî bi hincetên bêbingeh revandin.

Dagirkeran li Efrînê 4 welatî revandin
7 mijdar, 2022   07:40
ŞEHBA

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Farûq Ebdo Mihemed ê ji gundê Emara yê navçeya Mabeta revand.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan welatiyê revandî biriye navenda navçeya Mabeta û ji bo serbestberdana wî fidye ji malbata wî xwestine.

Çeteyan her wiha welatiyê bi navê Reşîd Ekaş ê ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera revand.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyên "Polîsên Sivîl" ku rasterast bi fermana MÎT'ê Tirk tevdigerin, welatiyên bi navên Zuhêr Bêrqdar Bekir (sala 1987'an li Efrînê ji dayik bûye) û Xelef Cuma El Ehmed (sala 1988'an li gundê Merwaniyê ji dayîk bûye) bi hicetên bêbingeh revandine.

(hs)

ANHA