Topbarana hikumeta Şamê û lûtkeya avheweyê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne

Rewşa li herêmên "bêçek", lûtkya avhewayê û rewşa Lubnanê rojevên sereke yên rojnameyên erebî yên îro ne.

Topbarana hikumeta Şamê û lûtkeya avheweyê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne
7 mijdar, 2022   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

LI KAMP Û MEZREYÊN LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ 10 KES DI TOPBARANA REJÎMÊ DE HATIN QETILKIRIN

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: " Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di topbarana bi moşekan a duh a rejîma ya li ser kampên koçberan ên li bakurê rojavayê Sûriyê de 9 kes û di nav de 3 zarok hatin qetilkirin.  Rêxistina Meram a Alîkarî û Geşkirinê ya ku kamp ava kiriye û şahidan behsa bombebarana balafirên Rûsya ya li ser herêmê kir.

Nûçegihanê AFPʹê got, di saetên destpêkê yên sibehê de li herêma Kefer Calis a rojavayê bajarê Idlibê moşek li kamp û kombûnên koçberên ketin û dîmenên çadirên wêrankirî û yên şewitî parve kirin. Her wiha li cihê topbaranê xwîn û bermahiyên moşekan belav bûn. Tîmên Parastina Sivîl û Niştecihan tavilê birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk. Nûçegihan du zarok dîtin ku cenazeyên wan bi betaniyan hatibû pêçandin û li erdê hatibûn danîn.

Li gorî SOHR`ê, di topbaranê de bi kêmanî 9 kes hatin kuştin, dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bike. Di nav de 7 sivîl, jê 3 zarok û du kesên ku nasnameyên wan nehatin naskirin hene. SOHR`ê ragihand ku zêdetirî 30 moşek li gelek deverên rojavayê bajarê Babê di nav de 5 kamp ketin.

SOHR`ê demeke berê ragihandibû ku 6 sivîl hati qetilkirin û 75 kes jî birîndar bûn. Her wiha diyar kiribû ku topbaran li ser gelek deverên herêmê dewam dike, nemaze piştî ku komên çalak li herêm bersiv dan û baregehê hêzên rejîmê kirin hedef.

Girêdayî mijarê, di topbarana bi obusan a ji aliyê hêzên rejîmê ve ya li se kombûneke karkerên berhevkirina zeytûnan li Kefer Lata yê Cebel El Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê de, sivîlek hat qetilkirin û hejmarek din birîndar bûn. Bi vê yekê hejmara qurbaniyan li parêzgeha Idlibê di rojekê de gihaşt 10ʹan.

SOHR`ê her wiha destnîşan kir ku topbarana bi meşekan piştî kuştina 5 endamên hêzên rejîma di topbarana koma "Heyet Tehrîr El Şam" ya li dijî baregehên wan ên li başûrê rojavayê Idlibê de pêk hat.

Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) û komên din ên opozîsyonê nîvê rûbera Idlibê û hin herêmên li beramberî parêzgehên Hema, Heleb û Laziqiyê kontorl kirin. Mîlyonek kes, ku nîvê van koçberan li van herêman bi cih bûne.

Ji 6ʹê Adara 2020ʹan de li herêmên di bin serweriya van koman de agirbest ji aliyê Moskov a alîgira Şamê û Tirkiyê ya ku destekê didin komên şerker ve hatiye ragihandin de hatiye ragihandin. Piştî êrişên berfireh hêzên rejîmê nîvê rûbera Idibê serwer kir.

Car caran di navbera gelek aliyan de şer rû dide. Tevî agirbestê jî ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê ve herêmê tê topbarankirin.

ŞAHIYA LÛTKEYA AVHEWAYÊ: KARESATA BÊ ALÎKARÎ Û SOZÊN BÊ PÊKANÎN

Lûtkeya Avhewayî jî bû manşeta rojnameya El Ereb. Rojnameyê li ser vê yekê wiha nivîsî: "Ne dûrî e ku Lûtkeya Avhewayî (Cop 27) ya ku li Şerm El Şêx hatibû lidarxistin, nîqaşên li ser mijara ʹgelo wê dewletên dewlemend tawîzan bidin dewletên xizan ên ku zêdetir ji ber encamên guhertina avheweyî bandor bîne, bide?ʹ bi dawî bike. Lê pêkanîna sozan mijareke din dimîne.

Li gel zextên li ser aboriya dewletên dewlemend, dê kongreya Şerem El Şêx diyardeya bicihneanîne sozan vegerîne. Ev yek dibe şahiyeke din a sozdayînê ye. Lê karesatên avhewayê zêdetir dibe. Li gorî texmînên zanyarên avheweyî, mirov bi rastî ji pêkanîna sozên xwe yên li hemberî dewletên xizan dûr ketine, ji wê zêdetir sozên xwe yên taybet bi avheweyî bi cih nanîn.

Dewletên dewlemend di sala 2009’an de li Kopenhagê soz dabûn ku salane 100 mîlyar dolar alîkarî bidin, lê bi cih neanîn. Soz heta "Cop 26" li Glasgow (Skotland) hatin dubarekirin, lê mîqdara ku bi rastî hatî peydakirin bi qasî 21 mîlyar dolar kêmtir bû, tevî ku nirxê soza bingehîn ji zirara ku qewimî kêmtir bû.

Beriya wê jî Yekitiya Ewropa (sêyemîn mezintirîn sedema gemarê li cîhanê) di COP 26 de soz dabû ku di sala 2023ʹan de dê dest bi kêmkirina vê pirsigrêkê bike lê, şerê li Ukraynayê ev hesab veguherand.

Her wiha dewletên wekî Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Ameîrka, Kanada, Brîtanya û Fransa soz dane ku heta dawiya sala 2022ʹyan finanseyên giştî ji bo projeyên sotemeniya fosîl ên li derveyî herêmên xwe rawestînin, lê şer jî hesabên wan xirab kir.ʹʹ

Di beşeke din a nivîskê de tê gotin ku DYA û Yektiya Ewropayê niha qebûl kirine ku alîkariyan pêşkêş bikin, lê naxwazin pabendiyên diyarker bidin. Lê ji Çînê ya ku duyemîn sedema qirêjê ye û Rûsya ya ku piştî Yekitiya Ewropayê sedema 4 ʹemîn a qirêjê ye dixwazin ku heman alîkariyan pêşkêş bikin, lê ev yek dûrî pêkanînê ye.

Her wiha tê gotin " Di nava hemû nîqaşên ku divê kî û çi bide? Sendoqa Alîkaryê dê nîqaşan bidomîne ka kî alîkariyê werdigire? û ji bo kê? An jî bikaranîna mumkin a alîkariyê çi ne? Gelo karê alîkariyê, an ji bo xebata ku rê li ber rûdana felaketan digire, an ji bo kêmkirina xetereyên wê bes e?

Metirsî hene ku binkeftinên sala borî dûbare bibin. Nemaze li gel zextên aborî yên li ser dewletên dewlemend ku di encamê de fatoriyên enerjiyê bilind bine û barê enflasyonê girantir dibe û sedemên wekî din jî hene.ʹʹ

JI BER VALAHIYA CIHÊ SEROKATIYÊ LUBNAN BER BI REWŞEKE XIRABTIR VE DIÇE

Rojnameya El Beyan di rojevên xwe yên îro de cihek da rewşa Lubnanê û wiha nivîsî: " Li gorî anketekê ku rojnameya El Beyan li ser medyaya we dîjîtal Twîtterê amade kiriye, valahiya cihê serokatiyê dê rewşa Lubnanê ber bi hilweşandineke zêdetir ve bibe. Ji sedî 90.5 kesên ku beşdarî anketê bûne, ev yek erê kirin. Li beramberî wê ji sedî 90.5 diyar kirin ku valahiya serokatî dibe ku bi lihevkirineke di navbera blokên siyasî de encam bibe.

Akademîsyenê siyasî û pisporê kar û barên stratejîk Dr. Amir Sibayla got, zehmet e  valahiya cihê serokatiya Lubnanê bi dawî bibe. Her wiha destnîşan kir ku ev mijar hebûna hevsengî û lihevkirinên di navbera pêkhate û aliyan de pêwîst dike. Sibayla anî ziman ku xetereya herî mezin rewşa valahî û bandorên wê yên siyasî li civaka Lubnanê û rewşa borî ye. Ji wê zêdetir bandorê li rewşa ewlehiyê dike. Her wiha got, heger rewş wisa dewam bike, dibe ku aktorên aloziyê di siberojeke nêzîk de biafirîne."