Balafira rêwiyan ket xwarê: 19 kes mirin

Li Tanzanyayê balafireke rêwiyan ji ber rewşa hewayê yê xirab li Gola Vîctoria ket, herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest da 28 rêwî jî hatin rizgarkirin.

Balafira rêwiyan ket xwarê: 19 kes mirin
7 mijdar, 2022   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsê Tanzanyayê, Midûrê Herêma Kagerayê, William Mwampaghale daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê balafir li Gola Vîctorîayê ketiye û di encamê de 19 kes mirine.

Mwampaghale diyar kir ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Kagerayê û destnîşan kir ku xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Mwampaghale anî ziman ku di balafira ku ji Darusselam diçû Balafirgeha Bukobayê 39 rêwî û 4 kes ji ekîbên tanzîmê hebûn.