Bîlançoya mehekê ya sûcên dagirkeran li Efrînê

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku dagirkeran di meha Cotmehê de di nav de 2 jin, 20 kes li Efrînê revandin û bi rêjeya ji sedî 65 bac li mewsimê zeytûnan ferz kirin.

Bîlançoya mehekê ya sûcên dagirkeran li Efrînê
7 mijdar, 2022   07:01
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Li kantona Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye sûcên dermirovî, qirkirina xwezayê, wêrankirin û talankirin bênavber

dewam dikin.

Li ser sûcên ku di meha Cotmeha borî de hatine kirin û belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li Efrînê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ANHAʹyê re axivî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê di Adara 2018ʹan de, dewleta Tirk bi rêya çete û îstîxbarata xwe hemû cûre sûc li dijî mirovan pêk tîne û got: "Mirovan direvîne, qetil dike û şantaj dike. Xwezayê dişewitîne û daran dibire. Her wiha bi rêya aliyên ku navên xêrxwaziyê li xwe dikin siyasetên bi armanca guhertina demografî pêk tîne."

DI NAV DE 2 JIN, 20 WELATÎ HATIN REVANDIN

Şêxo diyar kir ku di meha Cotmeha borî de di nav de 2 jin, bi giştî 20 kes bi hincet û tawanên bê bingeh hatin revandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "B destpêka meha Cotmehê re dagirkeriya Tirk bi rêya îstîxbarat û çeteyên xwe 20 welatî di nav de 2 jin revandin da ku wan bitirsînin û fidiyê ji wan bistîne."

Her wiha îşaret pê kir ku çeteyan bace li mewsimê zeytûnan birîne û li navçeyên Raco û Bilbilê dest danîn ser berhemên zeytûnan.

ʹBELAVBÛNA HEYET TEHRÎR EL ŞAM LI EFRÎNÊ ŞANOYEKE PÊKENOK Eʹ

Îbrahîm Şêxo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna çeteyên Heyet Tehîr El Şam (Cebhet El Nusra ya ber) li bajarê Efrînê û wekî şanoyeke pêkenok ku bi fermana rejîma Tik pêk hatiye bi nav kir.

 Şêxo îşaret bi sûcên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam jî kir û got: "Bi navê ziketê baceyan li mewsimê zeytûnan dibirin. Her wiha fidiyê distînin û mezarên olî yên li kantonê wêran kirin."

Şêxo da zanîn ku bi destpêka mewsimê berhevkirina zeytûnan re her komeke çete baceyan ji sedî 40 heta 65 ferz dikin û wiha domand: "Li hin gundên navçeya Şerayê şêniyan nexwestin mewsimê xwe berhev bikin, lê çeteyan ew neçar kirin ku berhev bikin û ji sedî 65 bance li wan ferz kir. Li gundê Elî Caro yê navçeya Bilbilê zeytûn hatin berhevkirin û ji bo çeteyên Siqûr El Şemal hatin veguhestin."

Şêxo diyar kir ku rêjeya bace û desteserkirina zeviyan zêde bûye û got: "Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên dagirkeran wekaletên şêniyên Efrînê yên ku darê zorê hatine koçberkirin, betal kirin.

ANHA