​​​​​​​Benedetta Argentieri: Rêveberiya Xweser dê Rojhilata Navîn biguherîne

Rojnameger û derhênera fîlma ‘The Matchmaker’ Benedetta Argentieri hişyarî li ser vegera DAIŞ′ê hemwextî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser da û got Rêveberiya Xweser dê Rojhilata Navîn biguherîne.

​​​​​​​Benedetta Argentieri: Rêveberiya Xweser dê Rojhilata Navîn biguherîne
3 mijdar, 2022   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Derhêner û rojnamegera ji Îtalyayê Benedetta Argentieri xelata Phoenix di Mîhrîcana Sînemayê ya Cologne ya 32′yemîn de li ser belgefîlma xwe "The Matchmaker" wergirt. Argentieri xelat diyarî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Benedetta Argentieri ji ANHA’ê re axivî û got: "Dewleta Tirk sûcên şer li herêmê dike. Bi balafirên bêmirovî êrişî welatiyan dike, jinên çalakger qetil dike, da ku Rêveberiya Xweser lawaz bike."

Argentieri têkildarî çeteyên DAIŞ′ê yên welatiyên dewletên Ewropayê got: "Bi hezaran biyanî tev li DAIŞ′ê bûn û niha di kampan de ne. Welatên wan red dikin wan vegerînin. Ev jî xetereyên ewlehiyê çêdike.”

Di şahiya belavkirina xelatên Mîhrîcana Cologne de Argentieri gotibû: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civakeke nû ya demokratîk û ekolojîk li ser bingeha azadiya jinan tê avakirin. Ew yek bi pêşengiya Kurd, Ereb, Asûrî û jinan bi pêş dikeve û em ji wan hin tiştan fêr dibin."

Her wiha Benedetta Argentieri wiha domand: "Wan şerê DAIŞ′ê kir û parastina Ewropayê kir. Ev yek li ser Rêveberiya Xweser ne hêsan bû. Dagirkeriya Tirk jî bi balafirên bêmirov gel qetil dike, bi taybet jinan. Divê mirov ji bîr neke."

Benedetta Argentieri bal kişand ser serkeftina Rêveberiya Xweser a Demokratîk û wiha wesif kir: "Ev proje dê Rojhilata Navîn biguherîne û aştiyê piştî gelek şeran pêk bîne. Ji bo wê ez vê xelatê diyarî wan lehengan dikim."

Fîlme "The Matchmaker" li ser jineke brîtanî ye ku li Sûriyê tev li DAIŞ′ê bûye û karê propagandayê dike. Her wiha ev fîlm balê dikişîne ser jinên çeteyên DAIŞ′ê.

(fr)

ANHA