Fermandar Newroz Rojhilat: Dagirkeriya Tirk hewl dide me bikişîne nav şer

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide wan bikişîne nav şerekî vekirî û got “Çi bibe jî biryara me diyar e; em ê gel û herêma xwe biparêzin.”

Fermandar Newroz Rojhilat: Dagirkeriya Tirk hewl dide me bikişîne nav şer
3 mijdar, 2022   01:42
HESEKÊ-ARAM EHMED

Li eniyên şer û gundên Til Temirê tevgereke zêde ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heye. Dagirker xendeqan dikolin, bendan çêdikin, baregehên xwe qewîn dikin û çekên giran lê bi cih dikin.

Ajansa me di 29`ê Cotmehê de, bi dîmen ev liv û tevgera li baregehên dagirkeriya Tirk ên li eniyên Til Temirê şopand.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat, têkildarî geşedanên leşkerî li eniyên Til Temirê ji ajansa me re got: “Di çend rojên dawîn de, tevgereke zêde ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heye. Ew bendên axê çêdikin, baregehên xwe qewîn dikin, xendeqan dikolin û çekên giran lê bi cih dikin.”

Newroz Rojhilat wiha domand: “Çeteyên dagirkeriya Tirk çekên giran li herêmên dagirkirî yên nêzî eniyên şer bi cih dikin. Her wiha dagirkeriya Tirk gelek çete anîn herêmê. Tevgera wan her tim bi êvarê ye, hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digerin. Hêzên me van tevgerên dagirkeriyê dişopînin û li gorî pêvajoyê hazirtiyên xwe dikin.”

Newroz wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya van tevgerên xwe, hewl dide hêzên me provoke bike û wan bikişîne nava şerekî vekirî. Lê em pabendî lihevkirinên agirbestê ne, şervanên xwe li ser xwe hakim in û mafê parastina rewa esas digirin.”

Di dawiyê de Newroz Rojhilat got: “Çi dibe bila bibe û çi di pêşerojê de dê biqewme jî, biryara me diyar e; em ê gel û herêma xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin. Em ji bo her rewşeke awarte amade ne.”

(şx)

ANHA